DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Hêza Yekgirtî dê di 1'ê Îlonê de dakeve qadan

 
15 Tebax
09:04 2016

ENQERE (DÎHA) - Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko diyar kir ku li Tirkiyeyê pêkanînên nedemokratîk ew di bin navê Hêza Yekgirtî ya ji bo Ked û Demokrasiyê aniye cem hev. Beko da zanîn ku li dijî pêkanînên nedemokratîk ên li Tirkiyeyê di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cihanê dakevin qadan.

Hêza Yekgirtî ya ji bo Ked û Demokrasiyê ku li hemberî "Eniya neteweyî" ya piştî hewldana darbeya 15'ê tîrmehê zêdetirî 20 partiyên siyasî, odeyên pîşeyî, sendîka û rêxistinên elewiyan ava kirin biryar girtin ku dê di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cihanê dakevin qadan. Serokê Konfederasyona Sendîkarên Şoreşger (DÎSK) Kanî Beko bal kişand li ser biryarê û rola Hêza Yekgirtî û nirxandina "Li dijî faşîzmê em ji bo têkoşîna demokrasiyê hatin cem hev" kir.

Beko anî ziman ku ji bo yekîtiyê beriya 3 mehan wekî KESK, DÎSK, TMMOB û TTB hatine cem hev û li Tirkiyeyê faşîzma ku xurtir dibe û pêkanînên nedemokratîk hiştiye ku ew di bin vî banî de bigihîjin hev.

'Serokomar cudakariyê dike'

Beko destnîşan kir ku piştî hewldana darbeyê çar partiyên siyasî bi hevre li ber xwe dane, venexwandina Hevserokên HDP'ê ji aliyê Serokomar ve rast nabînin û nirxandina "Yanî Serokomar cudakarî kir" kir.

'KHK bi qanûnê nedemokrakît tijî ne'

Beko bilêv kir ku piştî hewldana darbeyê Tirkiye bi Biryarnameyên Wekî Qanûnan (KHK) ve tê rêvebirin û vê yekê rast nabînin û ev KHK ên ku tên derxistin dijî qanûnên nedemokratîk in.

'Karker nikarin mafen xwe bi kar bînin'

Beko got ku li Tirkiyeyê karker mafên xwe yên ji mirovbûnê tê nikarin bikar bînin û wiha axivî: "Lê îro dema ku hûn dinêrin li vî axê bi milyonan karkerên taşeron hene. Nêzî 10 milyon kesên betal hene. Tirkiye di warê cînayetên kar de li Ewropayê di rêza yekemîn de ye û li cihanê jî di rêza sêyemîn de ye."

Beko diyar kir ku ew ê li dijî tabloya tarî ya Tirkiyeyê têbikoşin û wiha berdewam kir: "Ji bo ku ev welat bibe welatekî demokratîk em hatin cem hev. Derdê me demokrasî, edelet, wekhevî, aştî, laîkbûn, biratî û azadî ye. Heta ku em van tiştan pêk bînin em ê mil bi mil têkoşîna xwe bidomînin."


'Di 1'ê Îlonê de em ê li qadan bin'

Beko anî ziman ku ji bo aştî bê cihanê di 1'ê Cîhanê Roja Aştiya Cihanê bi Hêza Yekgirtî ya Ji bo Ked û Demokrasiyê li qadan bin. Beko got ku jibilî yekîtiyê tu çareya wan tuneye.

Beko got ku di 1'ê Îlonê de ji bo ku aştiya mayînde li rojhilata Navîn pêk bê dê sloganên xwe bi awayeke demokratîk qîr bikin.

(sa)





ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN