Tûncel: Zêdeyî 120 endam û rêvebirên me di bin çavan de ne
AMED (DİHA) - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel a ku derbareyê rojevê de axivî, li dijî operasyonên qirkirina siyasî yên di bin navê OHAL'ê de li hemberî partiya wan pêk tên bertek nîşan da û daxuyand ku zêdeyî 120 endam û rêvebirin partiya wan di bin çavan de ne.
Li Amedê, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel, di civîna li Buroya Ragihandinê ya Navenda Giştî ya DBP'ê ya ku endamên MYK'yê beşdarî wê bûn de derbareyê rojevê de axivî. Tûncel bi şermezarkirina Komkujiya Dîgorê ya 14'ê Tebaxa 1993'yan dest bi axaftina xwe kir. Tûncela ku got komkujiya Dîgorê nehatiye zelalkirin, dubare zelalkirin û aşkerekirina komkujiyê kir. Tûncel dest nîşan kir ku dîrokeke komkujiyan a Tirkiyeyê heye.
'Minbic bû serkeftina mirovahiyê'
Tûncela ku arasteyî azadkirina Minbicê axivşî wiha got, "Silav ji wan kesên ku li dijî DAIŞ'ê bi berxwedaneke hişmet re Minbic azad kirin. Minbic bû serkeftina mirovahiyê. Dê di demên pêş de destkeftiyên vê bes ne li Rojhilata Navîn, dê li Tirkiyeyê jî xwe bide der."
'AKP di dema pêvajoya çareseriyê de li gel FETO maseya paraleliyê ava kir'
Tûncel di berdewamiya axftina xwe de, balê kişand ser êrîşîn di dema OHAL'ê yên bi awayekî sîstematîk li dijî partiya wan pêk tên. Tûncel got, AKP di serdema muzakareyê de ji aliyekî ve li dor maseya muzakereyê rûniş û li aliyekî jî li gel FETO maseya paraleliyê avakiriye. Tûncel anî ziman ku AKP bi vê maseya pararlel re li dijî kurdan plana rûxandinê xistiye dewreyê û polîtîkayên êrîşiyî dide der û dest nîşan kir ku bi şer re vê polîtîkaya xwe mezin kiriye.
'Zagona torbeyî demokrasiyê hedef digire'
Tûncel balê kişand ser Zagona Torbeyî ya di Meclîsê re derbas bû û diyar kir ku bi vê zagonê re dê demokrasiya herêmî ji holê rabe û dê bi vî awayî xizmetên herêmî yên şaredariyan bên astengkirin.
'16 hezar kes hatin girtin, ev hemû FETO'yî ne?
Tûncel li dijî binçavkirina endamên meclîsa partiyê DBP'ê, rêvebir û hevşaredaran bertekên xwe dan der û ragihand ku operasyonên qirkirina siyasî didomin. Tûncel dest nîşan kir ku di vê meha dawî de bi awayekî zêde binpêkirina mafan xwe daye der û wiha got, "Li gor daneyên Wezareta Dadê 16 hezar mirov hatine girtin. Meriv nizane ev hemû FETO'yî en an na?" Tûncel wiha axivî: "Nêzî 100 hezar mirov ji peywirê hatin dûrxistin. Bi rastî jî heke darziandineke berfrieh û adîl pêk bihatana, em ji Wezîrê Dadê yê niha bigirin, Serokkomar û Serokwezîr, heta hemû wezîrên AKP'ê diviya bihatanan girtin. Lewra yên FETO'yiyan dipesinandin, Serokkomar bi xwe ye. Wî bi xwe ev îtiraf kir."
Zêdeyî 120 DBP'î di bin çavan de ne
Tûncel daneyên fûryaya binçavkirin û girtinên bajaran daxuyand û wiha berdewam kir: "Li Qereyaziyê bi ser sedan malî girtin. Di vê serdegirtinê de endam û rêvebirên partiya em jî di nav de 59 kesn hatin binçavkirin û ji van 2 kes hatin girtin. 57 kes jî , hêj di bin çavan de ne. Ev rêbazeke îşkenceyê ye. Li Amedê jî zêdeyî 100 kesî hatien binçavkirin. Sedema binçavkirina wna jî nayê zanîn. Di vê baregehê de li Erdexenê 12, li Rihayê 24, li Sêrtê 18, li Wanê 15, li Mêrdînê 18, li Bedlîsê zêdeyî 10 endam, rêvebir û hevşaredarên me di bin çavan de ne."
'Li dijî êrîşan bes rêyek heye ew jî berxwedan e'
Tûncel balê kişand ser tecrîda arasteyî Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan û got, her diçe ev tecrîd dijwartir dibe. Tûncel wiha axivî: "Daxuyaniyên ku şik û gumanên gelê kurd zêde dikin, bîzat ji aliyê AKP'ê ve tên kirin. Li gel vê hîn jî hevdîtin pêk nayên, ku ev jî nêzîkatiya hikûmeta AKP'ê ya li dijî pirsgirêka kurd dide der. Li dijî êrîşên arasteyî destkeftiyên gelê kurd û li dijî her cure êrîşan bes rêyek heye, ew jî berxwedan û zexmkirina têkoşînê ye."
(red)