'Xwerêveberiyê ruhê 15'ê Tebaxê ji nû ve zindî kir'
SEMRA TURAN
AMED (DÎHA) - Endama MYK a DBP'ê Fatma Gul destkeftiyên 15'ê Tebaxê ya ji bo têkoşîna jinên kurd nirxand diyar kir ku bi 15'ê Tebaxê ve jinan li dijî feraseta dewletê ya desthilatdar serî rakirine, koletiya bi sedan salan red kirine. Gul anî ziman ku ruhê 15'ê Tebaxê bi pêşengiya jinên kurd li qadên xwerêveberiyê bûne sembol û banga "Em ruhê 15'ê Tebaxê xurtir bikin" kir.
Endama MYK a DBP'ê Fatma Gul, 15'ê Tebaxê ji bo jinên kurd çi îfade dike, bandora pengavê ya li ser têkoşîna jinan, desteftiyên wî nirxand. Gul bilêv kir ku 15'ê Tebaxê ji bo gelê kurd hebûneke neteweyî, hişyarbûn e, jinê kurd jî aniye asta ku bên dîtin. Gul bilêv kir bi 15'ê Tebaxê re li her derê Kurdistanê serhildan çêbûne û di wî pêvajoyê de gel bi tevahî rabûye li ser piyan û hebûna xwe nîşan daye.
Jinên kurd li dijî feraseta desthilatdar serî rakirin
Gul bilêv kir ku jinên ku pêşengî ji pêvajoyên esrhildanê re kirine û di heman demê de bi awayeke xurt jî beşdar bûne, serhîldana 15'ê Tebaxê ne tenê li Kurdistanê li Tirkiye û Ewropayê jî xwe belav bûye. Gul anî ziman ku bi ruhê 15'ê Tebaxê ve jinên kurd li dijî dewletê, hêzên emperyalîst û feraseta zilam serî rakirine.
'15'ê Tebaxê Pêvajoyeke dîrokî ye'
Gul wiha axivî: "Dewletan herî zêde keda jinên kurd xwarin, qetil kirin, îşkence kirin û xwestin asîmîle bikin. Ji ber vê yekê 15'ê Tebaxê tenê ji bo gelê kurd na ji bo jinên kurd li dijî polîtîkayên îmha û asîmîlasyonê tê wateya ku ez jî he me. Ji ber vê yekê jî ji bo me jinên kurd pêvajoyeke dîrokî ye."
Ji bo cihanê bû mînak
Gul da zanîn ku bi 15'ê tebaxê re di civakê de zanebûna neteweyî derketiye holê wê demê jî jinan bi ruhê fedaî pêşengî kirine û wiha got: "Jinên kurd bi hişmendiya xwe ya neteweyî, çand, ziman û civakîbûnê de ne tenê li Kurdistanê li hemû cihanê bûn mînak. Bİ vî yekê re jî têkoşîna jinan a bi hêz derxist holê."
'Jina kurd koletî red kir'
Gul di berdewamê de wiha axivî: "Bi 15'ê Tebaxê re jinên kurd beriya her tiştî xwe nas kirin, bi rastiya xwe re rû bi rû hatin. Dema ku ev ferq kir jî vê demê jî hişmendî pêş ket û ji civakê re pêşengî kir. Ango koletî red kir. Xwe bi awayeke xurt spart têkoşîna azadiyê. Bi vî rengî jî xwedî li hemû nirxên ku dewlet êrîş dike derket. Ruhê têkoşînê zindî kir. Bû çavkaniya jiyana watedar. Ket nav alêgerîna tiştenê ku winda kiriye."
Gul bal kişand li ser parastina cewherî ya ku jinên kurd bi ruhê 15'ê Tebaxê ve dan û wiha got: "Bi parastina cewherî ve jinên kurd hêza xwe derxistin holê. Dikare çi bike nîşan da û li her qadê xwe xurt kir. Rojava û herêmên xwerêveberiyê sambola vê yekê ye. Qadên xwerêveberiyê ruhekî fedaî ya nû derxistiye holê. Vî berxwedanê nasnameyeke nû afirand. Bû nasnameya neteweyî û jiyanê ya jinê. Hişyarbûna ku bi 15'ê Tebaxê dest pê kir ji bo jinên cihanê bi parastina cewherî ve dibe mînak. Xwerêveberiyan ruhê 15'ê Tebaxê ji nû ve zindî kir."
'Em ruhê 15'ê Tebaxê xurt bikin'
Gul di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em gelek tiştan deyndarî 15'ê Tebaxê ne. Bi taybetî jî jin deyndar in. Heke ji 15'ê Tebaxê bûye destkeftiyên jinên kurd evqas zêde û têkoşîna wan evqas xurt nedibû. Jinên kurd bi rêbertiya xwe ve ruhê 15'ê Tebaxê heta îro anîn. Divê em ruhê 15'ê Tebaxê xurt bikin."
(sa)