DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Ertekin: Dewlet di nav komên desthilatdar de tê parvekirin

 
14 Tebax
09:08 2016

DENÎZ NAZLIM

ENQERE (DÎHA) – Dadger Orhan Gazî Ertekîn der barê rewşa siyasî û tifaqa nû ya nijadperest a li Tirkiyeyê nirxandinên girîng kirin. Ertekîn diyar kir ku li Tirkiyeyê dewlet bi torên desthilatdariyê tê rêvebirin û got "Li Tirkiyeyê dewlet her gav di nav koman de tê parvekirin. Tifaqa dawî ya Yenîkapiyê jî yek ji van mînakan e."

Hikumeta AKP'ê ku ji destpêka desthilatdariya xwe heya niha hewl dide darazê bixe bin kontrola xwe bi taybet piştî hewla darbeyê ya 15'ê Tîrmehê vê qadê ji nû ve li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî ava dike. Ji Komeleya Daraza Demokratîk Orhan Gazî Ertekîn, rewşa darazê û tifaqa nû ya siyasî ji ajansa me DÎHA'yê re nirxand. Ertekîn di destpêka nirxandina xwe de destnêşan kir ku tasfiyeya cemaata Gulen veguheriye tasfîyeya hemû hêzên dijbêr ên hikumetê. Ertekîn diyar kir ku divê cemaat ji Tirkiyeyê were paqij kirin lê hewldana tasfiyekirina muxalefetê şaş ê û got: "Ev helwesteke antî demokratîk e û hedef avakirina desthilatdariya otorîter e."

'Li Tirkiyeyê daraz amûreke avakar e'

Ertekîn bilêvkir ku di nav darazê de tifaqeke nû ya berfireh tê avakirin û wiha berdewam kir: "Ev 10 sal in dawî ye ku li Tirkiyeyê daraz amûreke avakar e. Berê ne wisa bû. Amûreke post-polîtîk bû. Lê di 10 salan de veguherî biryargeha navenda siyasî. Li gel artêşê bû yek ji amûrên bingehîn a ku desthilatdariyê ava dike. Cemaatê destpêkê vê yekê kir lê niha komên desthilatdar berdewam dikin."

'Lobî carna tifaqê dikin carna jî şer dikin'

Ertekîn der barê mijarê de balê kişand ser referansên dîrokî jî û da zanîn ku tifaqa nû ya di qada darazê de pêş dikeve ji sedsala 17'emîn heya niha di avakirina Osmaniyan û komara Tirkiyeyê de xwe nîşan daye. Ertekîn diyar kir ku li Tirkiyeyê dewlet her gav bi torekê tê avakirin û got "Lobiyên heyî carna tifaqê dikin carna jî bi hev re şer dikin." Ertekîn ji bo kevneşopiya desthilatdariya Tirkiyeyê jî nirxandinên balkêş kirin û wiha berdewam kir: "Li Tirkiyeyê dewlet her gav di nav koman de hatiye parvekirin. Wekî ku di pirtûkên dibistana seretayî de tê gotin ji aliyê hêzekî ve nehatiye rêvebirin."

Ertekîn di dawiya nirxandina xwe de diyar kir ku eger dîzayna darazê baş were analîzkirin dê rêxistinbûna desthilatdariyê jî bi zelalî were dîtin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Tifaqa dawî ya Yenîkapiyê jî wiha ye. Yek ji wan tifaqan e ku ji nû ve avakirina dewletê hedef dike."

(sy/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN