DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Hatîp Dîcle: Sebra gelê kurd bi Birêz Ocalan re neceribînin

 
13 Tebax
17:35 2016

AGIRÎ (DÎHA) - Li Agiriyê mîtînga ku îro hat li darxistin de peyamên girîng hat dayîn. Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle têkîldarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hişyariya "Sebra gelê kurd bi Birêz Ocalan ve neceribînin" li hikûmetê kir, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel jî wiha got: "Em ê meşaleya azadiyê ya li Minbicê hat pêxistin li hemû Kurdistanê vexin. HEvseroka Giştî la HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî ji bo "eniya neteweyî" ya di navbera AKP, MHP û CHP'ê hatiye avakirin de wiha got: "Ev koalîsyona berjewendiyê dê di demeke kin de hilweşe hersê de bi hevre biçin."

Li Agiriyê bi beşdariya bi hezaran kesan mîtînga "Li dijî hemû darbeyan demokrasiya radîkal" hat lidarxistin. Di mîtînga ku bi pêşengiya HDP, DBP'ê hat lidarxistin de li diji darbeyan, polîtîkaya pêkûtiyan a ji aliyê AKP'ê ve ket dewreyê hat derketin û hêrsa li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat nîşandan. Di mîtîngê de serkeftina li Minbicê hat silavkirin.

Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel û parlamenterên herêmê û hevşaredar beşdarî mîtîngê bûn.

'Li şûna Komara Demokratîk Dewleta Olîgarî hat avakirin'

Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle di mîtîngê de axivî û li ser geşedanên li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê rawestiya. Dîcle bal kişand li ser hewldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê û diyar kir ku piştî ku komar hatiye avakirin heta niha ji ber polîtîkayên tekperest darbeyên sivîl û leşkerî pêk hatine û li Tirkiyeyê hema ku ji 15 salan careke darbeyên leşkerî çêbûne. Dîcle wiha got: "Piştî Qanûna Esasî ya 1921'an li Tirkiyeyê li şûna Komara Demokratîk, Dewleta Olîgarşî hav avakirin."

'Gelê kurd bi Ocalan ve neceribînin'

Dîcle destînaşn kir ku darsbeyên leşkerî herî zêde bandor li gelan dike û ji bo hewldana darbeyê wiha got: "Heke ev darbe bi ser keta herî zedê dê li bandor li gel bikire. Dê berê xwe bida gelê kurd."

Dîcle diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan piştî hewldana darbeyê girantir bûye û wiha berdewam kir: "Birêz Ocalan di hevdîtinên 2 sal û nîvan de hewl da pirsgirêka kurd çareser bike. Digot em li Tirkiyeyê cudatiyên li Tirkiyeyê qebûl bikin û bi qanûnekî esasî ve tacîdar bikin. Lê îro piştî ku mekanîka darbeyê kete dewreyê ji Ocalan agahî nayê girtin. Malbat, parêzer û bi milyonan kes bi fikar in. Gelê me dixwaze ji tenduristî û ewlehiya wî agahî bigirin. Sebra gelê kurd di her mijarê de dikare bê ceribandin lê bi Birêz Ocalan ve neceribînin."

'Hevkariya bi Ergenekonê dê ji darbeyên nû re rê veke'

Dîcel destnîşan kir ku darbeya esasî ne di pêvajoyla 15'ê tîrmehê bi polîtîkayên înkar û îmhayê yên li Kurdistanê re dest pê kiriye û wiha axivî: "Darbeyê di 15'ê tîrmehê de dest pê nekir. Darbeya esasî berxwedana gelê kurd li darekaran xist." Dîcle got ku azadî dikare bi qanûna esasî ya bi demokratîk ve bê û wiha pêde çû: "Divê em azadiyan berfirehtir bikin. Bi qanûna esasî ve jî misoger bikin. Heke ne wisa be darbe bi dawî nabin. Ergenekon bêbandor kirin lê niha bi wan re mil bi mil dixwazin bigerin. Ev rê dernakeve azadî û demokrasiyê. Dê mekanîkekî darbeya nû derxîne holê."

'Berxwedana gelê kurd rewa ye'

Dîcle axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dixwazin destnedayînên parlamenterên bi dengên gel hatine hilbijartin rakin û wan bişînin girtîgehê. Em ê ji bo demokrasiyê hewl bidin. Heke bi qanûna torbe qeyuman tayîn bikin em ê li ber xwe bidin. Gel çawa li dijî darbeyê li dijî tankan li ber xwe da, xwedîderketina gelê kurd li îradeya xwe jî ewqas rewa ye."


'Fitîla derbeyê Erdogan pê xist'

Piştî Dîcle, Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel ji bo axaftinê derket ser dikê. Tuncel got "Demokrasiya AKP'ê tenê bi kesên ji Erdogan re serî ditewînin re sînor e."

Tuncel destnîşan kir mekanîka derbeyê bi 15'ê Tîrmehê re sînor nîne, derbe bi tunehesibandina Mutabaqata Dolmabahçeyê re pêk hatiye û ev tişt got: "Fîtîla derbeyê Erdogan agir kir. Hikûmeta AKP'ê mekanîka derbeyê hilbijart û muzakare rûxand."

Pêta agirê Minbicê hemû Kurdistan hembêz kir

Tuncel bi lêv kir ku gelê kurd ji pêkanîna OHAL'ê re ne xerîbe e û wiha pêde çû: "OHAL tê çi wateyê em baş dizanin. Ji xwe li Kurdistanê ev rewş qet neqediya. Dê ev pêkanîn hêza me hêj zêde bike." Tuncel bal kişand ser serkeftina Minbicê jî û wiha got: "Minbic gihişt azadiya xwe. Serkeftina li vir jî nêz e. Ji kesên Minbic rizgar kirin re hezar silav. Pêta agir ya ku li Minbicê hat pêxistin, em ê li hemû Kurdistanê pêbixin. Ji Agiriyê silav ji Minbicê re."

Em ê serî netewînin

Piştî axaftina Tuncel, Hevseroka HDP'ê Fîngen Yuksekdag derekt ser dikê. Yuksekdag destnîşan kir ku ew ê ne ji derbeyê û ne jî ji OHAL'ê re serî netewînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ê qanan ji derbekar û dîktatoran re nehêlin. Gelên li Tirkiyeyê di 15'ê Tîrmehê de belayek li serê xwe avêt, lê hêj belayeke din bi serê gelên li Tirkiyeyê de ye."

Yuksekdag got "Ew bela jî AKP ye û ev tişt anî ziman: "Derbe di nava xwe de pêk anîn. Destpêkê bi sekna gelê kurd ev hat beralîkirin. Lê piştî derbeyê OHAL îlan kirin. Ev dema derbeyê nekin nikarin li ser xwe bisekinin. An dê derbeya leşkerî an jî derbeya sivîl pêk bînin."

Dê ev koalîsyon hilweşê

Yuksekdag li ser hevkariya AKP, CHP û MHP'ê jî rawestiya û der barê vê rewşê de jî ev tişt got: "Desthilatdariya AKP-Qesrê heta niha ji gelên Tirkiyeyê re tu tişt neanî, hevkariya sê alî jî dê bêçareseriyê bi xwe re bîne. Li Tirkiyeyê ketine pey ranta siyasî. Vê yekê jî bi înkara vîna 6 milyonan pêk tînin. Heta niha tu koalîsyona li dijî vîna gel megihêşt armanca xwe. Ev hevkariya sê alî jî dê di demeke kurt de têk biçe."

'Ji Minbic heta Îmraliyê silav'

Yuksekdag di dewama axaftina xwe de serkeftina Minbicê jî silav kir û ev tişt anî ziman: "Kesên îro Minbic rizgar kirin pêta agirê azadiyê li Rojhilata Navîn pêxistin, bi vê yekê jî hat dîtin tu tişt ne zehmet e, rizgarî pêkan e." Yuksekdag herî dawî da zanîn ew dê bi demokrasiya radîkal bigihêjin azadiyê bi gotinên ji Minbicê heta Îmraliyê silav dawî li axaftina xwe anî.

Piştî axaftinên Yuksekdag mitîngê bi stranên hunermendên herêmî berdewam kir.

(sa-ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN