Bulut: Vîzyoneke Tirkiyeyê tuneye
STENBOL (DÎHA) -Lêkolîner û niviskar Faîk Bulut têkîldarî nêzîkbûna Tirkiye û Rûsyayê ya di demên dawî de diyar kir ku ev tesaduf nîne û wiha axivî: "Tirkiye ne dikare bi Rûsyayê re bê gel hev ne jî dev ji Amerîkayê berde. Ji bo kurdan û Sûriyeyê jî vîzyoneke wî yê dem dirêj tuneye. Lê vîzyona osmaniyan kurd digirt nava xwe."
Lêkolîner û niviskar Faîk Bulut, piştî hewldana darbeya 15'ê tîrmehê çûyîna Erdogan a Rûsyayê û hevdîtina wî ya bi Pûtîn re ku pêk hat nirxand. Bulut anî ziman ku di hevdîtina wan de têkiliyên bazirganî û polîtîkayên Sûriyeyê hatin nîqaşkirin û piştî vê hevdîtinê herkes bandora vê hevdîtinê ya li ser Sûriyeyê dê çawa bibe meraq dike.
Bulut anî ziman ku piştî hewldana darbeyê Tirkiye lez da xebatên xwe yên normalbûnê ya bi Rûsyayê re û wiha got: "Tirkiye bi kesên bi navberê re bi rejîma Şamê re jî têkilî danî. Her wiha bi Rûsyayê re li ser 11 madeyan li hev kirin û ji van madeyan tenê madeyek aborî ye yên din siyasî ne. Ger Tirkiye û Rûsya li hev bikin, dê Rûsiya bikaribe li şûna PYD'ê Tirkiyeyê tercîh bike. Dê dewletek bixwaze dewletekî tercîh bike. Lê Rûsya amede ye ku PYD'ê ji hêzên koalîsyonê re bihêle? Polîtîkayên derva pir kêm ji aliyê hemû partiyan ve tiştka ku li ser tê lihevkirin e. Lê li vê derê ev yek jî nîne. Hemû karên xwe yên derva ji kesên derve re pir kêm hewale kirin. Li Tirkiyeyê 800 kesên ku karên derva dikin hene, li Îranê 3 hezar û li DYA'yê jî 12 hezar kes hene."
'Tirkiye êdî li dijî Esad nîne'
Bulut da zanîn ku koma îslamî naxwaze Erdogan û Putîn di heman dîmenê de be û wiha dom kir: "Wekî ku Mevlut Çavuş got ger Tirkiye bi hemû kesîre têkileyk deyne li dejî Esad jî nîne. Tirkiye di vê nokteyê de hat ser gotina Rûsiyayê. Li gorî hevpeymana ku Tirkiye bi Rûsyayê re kiriye, li dijî DAIŞ'ê dê tevli operasyonan bibe.Ger Tirkiye piştgiriya xwe ya lojîstik ji van koman bibire dê tu pêşeroja van koman tune be."
'Tirkiyeya ku bi Rûsyayê re li hev bike dê bi Erebîstan û Qetarê re pirsgirêk bijî'
Bulut bal kişand ser hêza derva ya ku girêdanbûna wê bi darbeyêre heye û ev tişt got: "DYA her tim metirsiyên xwe yên der barê azadiya çapemeniyê de dianî ziman. Li aliyê din jî ji meha Adarê û vir ve makaleyên ku hewldana darbeyê pêk bê û teşwîqkirina wê dinivisand.Ji vir û şûn ve êdî AKP nikare demokrasiyê bîne, destpêkê dê cemaetê, piştre kurdan, herî dawî jî CHP û MHP'ê hedef bigire.Her wiha nêzikbûna wî ya li hemberî Rûsyayê ne tesadîf e. Bi vê yekê dixwaze ji DYA'yê re bêje "vebijarkên min bi dawî nebûne ger ez bixwazim dikarim bi Rûsyayê re jî têkilî deynim" AKP bi van têkiliyan dixwaze vê yekê nîşan bide." Bulut herî dawî balê kişand ser pirsgirêka kurd ku bi hêza leşkerî dixwazin bi dawî bikin û got dê ev rêbaza xwe berdewam sikin.
Nêzîkbûna Bi Rûsyayê re tesaduf nîne
Bulut anî ziman ku nêzîkbûna Tirkiye û Sûriyeyê tesaduf nîne û wiha got: "AKP dixwaze ji Amerîkayê re bibêje ku 'alternatîfên min neqediya ye heke ez bixwazim ez ê biçim cem Rûsyayê', Rûsya dixwaze Tirkeyeyê ji rojava qut bike û bikişîna nava Bloka Avrasyayê. Piştî darbeyê çend roj derbas bû yek ji şewirmendê Putîn hat Tirkiyeyê û bi AKP'iyan re hevdîtin pêk anîn em vê dizanin. Lê hevkariya Tirkiye û Amerîkayê xwedî paşerojekî 65 salan e. Ev tiştekî ku ji holê bê rakirin nîne. Ji vî wêdetir ne Tirkiye dikare bi Rûsyayê re bê cem hev ne jî dikare ji Amerîkayê qût bibe."
Siyasetmedar nikarin dîrokê binirxînin
Bulut bilêv kir ku siyasetmedarên îslamî wekî di çanda osmaniyan de xwe pir mezin dibînin û nikarin dîrokê binirxînin û wiha berdewam kir: "Heke Siyasetnameya Nîzamulmulk bixwandena dê fêm bikirana ku Selçuki çawa hilweşiya ye. Di nava xeyalan de dijîn. Osmanî di dema Yavuz û Fatîh de dewletekî xurt bû. Lê Tirkiye wisa nîne. Têkiliyên bi NATO'yê re tên danîn gelek bêîstikrar e. Pirsgirêk, pirsgirêka bêvîzyonbûnê ye. Ji bo kurd û Sûriyê vîzyoneke Tirkiyeyê tuneye. Lê osmaniyan kurd digirtin nava xwe."
Fobiya li dijî kurdan didome
Bulut rewşa kurdan jî nirxand û wiha got: "Heke kurdên Başûr serbixwebûnê îlan bikin wisa tê fêmkirin ku dê Rûsya û Amerîka li hemberî vê derkeve. Lê di dîplomasiyê de gotina 'hûn îlan bikin em li dijî vî dernakevin' cuda ye, gotina 'hûn îlan bikin em ê piştgiriyê bidin' cuda ye."
(go)