Ji Guven hişyariya Îmraliyê: Sebra me neceribînin
AMED (DÎHA) - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bal kişand li ser "eniya neteyewî" ya ji aliyê AKP, MHP û CHP'ê hatiye avakirin û yên ku dibêjin dê neyên gel hev dema ku mijar dibe kurd digihîjin hev. Guven têkîldarî rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku jî agahî nayê girtin jî wiha got: "Piştî 15'ê Tîrmehê şûn ve bi nêzîkatiya xwe ya li hemberî Ocalan sebra kurdan diceribînin. Bila tu kes sebra me neceribîne. Her kes dizane ku Ocalan ji bo gelê kurd çiqas girîng e."
Li dijî kurd, elewî û hemû bindestan Serokomar Tayyîp Erdogan, AKP, CHP û MHP ku "eniya neteweyî" ava kirin û êrîşên tund dan destpêkirin, tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî berdewam dike. Her wiha bi OHAL'ê li Kurdistanê bi sedan kes hatin binçavkirin û girtin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven der barê geşedanên li Kurdistanê de ku pêk tê nirxandinan kir.
'AKP, CHP û MHP bi eniya neteweyî hatin gel hev'
Guven anî ziman ku ji roja ku HDP ketiye meclisê û heta niha CHP, MHP û AKP ji bo pirsgirêka kurd çareser nebe eniyan ava dikin û wiha got: "Piştî 15'ê Tîrmehê şûn ve HDP ji derve hat hîştin û AKP, CHP û MHP "eniya neteweyî" ava kirin. Piştî vê eniyê hersî partî jî bi awayekî hevpar tevdigerin. Yên ku digotin em nayên gel hev dema mijar bû kurd çawa hatin gel hev."
'Li dijî kurdan tifaq hat avakirin'
Guven diyar kir ku her çiqas eniya ku AKP CHP û MHP ava kirin û dibêjin ew li dijî darbeyan şer dikin jî li Kurdistanê ev yek wisa nayê xuyakirin û wiha dom kir: "Evana li dijî kurdan tifaqek ava kirin. Carek din li dijî kurdan eniyek wisa ava kirin. Lê bila vê yekê baş bizanibin ku ev enî nikare pirsgirêka kurd çareser bike. Dê zêdetir kur bike."
'Dema dengê Ocalan tê qutkirin şer dikeve dewrê'
Guven anî ziman ku ji bo çarenûsa Rojhilata Navîn bê guhertin, rewşa Ocalan girîng e û wiha pêeda çû: "Ocalan lîderekî ku geşedanên siyasî baş dixwîne ye. Dema mirov berê xwe dide tecrîda ku 17 sal in li ser Ocalan tê meşandin, her tim hewl dane bi polîtîkayên çewisandinê pirsgirêka kurd çareser bikin. Gotinek Ocalan ji bo Rojhilata Navîn û kurdistanê pir girîng e. Piştî ku dengê Ocalan hat birîn şûn ve dîsa serdema şer hat. AKP ditirse ku peyamên Ocalan derên derva. Ji ber wê jî helwestek wisa nîşan dide. Lê ji helwestek wisa jî nikarin tu encamê bigirin."
'Bila tu kes sebra gelê kurd neceribîne'
Guven diyar kir ku piştî 15'ê Tîrmehê şûn ve nêzîkatiya li hemberî Ocalan hat astekî cûdatir û wiha pêda çû: "Em ji tendûristî û ewlehiya Ocalan bi fikar in. Her kes dizane ku Ocalan ji bo gelê kurd çiqas girîng e. Dema Ocalan anîn Tirkiyeyê bi sedan kes bedena xwe dan ber agir. Çawa ku gel di dema Kobanê de derket kolanan dikare ji bo Ocalan jî derkeve kolanan."
'Ne li dijî darbekaran li dijî kurdan OHAL hatiye îlankirin'
Guven bi lêv kir ku li dijî kesên ku ketin hewldana darbeyê ji bo biryar bigirin, Qerarnameya Hikûmkirina Qanûnê (KHK) derxistin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "birbira ku dê vê yekê tenê li dijî darbekaran bi kar bînin dan afirandin, lê li Kurdistanê ji 15'ê Tîrmehê vir ve herî kêm 200 kes hatine binçavkirin û gelek kes jî bi rojan in di bin çavan de ne. Biryara OHAL'ê li dijî darbekaran tenê nehatiye girtin, her wiha li dijî kurdan jî bi awayekî giran tê meşandin."
(go)