DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Polîtîka

Xebatên hevgirtinê xurt dibin

 
13 Tebax
09:10 2016

ENQERE (DÎHA) - Hat hînbûn ku xebatên endamên Tevgera Hevgirtinê ku du roj in li Enqereyê pêk tên bi erenî derbas bûye û xebat bi lez bûne. Her wiha hat hînbûn ku ji bo di dawiya cotmehê de dê konferansek li Stenbolê pêk bê, endamên Tevgera Hevgirtinê amedekariyan nexşereya konferansê dikin.

Parlementerê CHP'ê yê berê û dadgerê AHÎM'ê Riza Turmen diyar kir ku li ser banga "Hevgirtina Hêza Demokrasiyê" gelek kes hatine gel hev û di navbera wan de Levent Tuzel, Hasîp Kaplan, parlementerên berê yên DTP'ê, parlementera CHP'ê yê berê Melda Onur ji rewşenbîran Gencay Gursoy, Huseyîn Demîr Duzen û Serokê Giştî yê Malên Gel Melda Onur cih digirin, her wiha van kesan xebatên gelek girîng dan meşandin.



Endamên Tevgera Hevgirtinê ku KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê ziyaret kirin, hevdîtinên pir girînk pêk anîn û dê xebatan bi awayekî parelel bi hev re bidin meşandin. Piştre jî heyet HDP'ê ziyaret kirin. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, rayedarên HDP'ê balê kişandine ser girîngiya xebatên endamên Tevgera Hevgirtinê didin meşandin û pêşniyara ku hemû hevbir wekhev bin kir. Heyet herî dawî jî çû Navenda Giştî ya CHP'ê. Heyet li vê derê bi Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de heyet hişyariya ku CHP çiqas diçe dişibe AKP'ê jî kirine û gotine cihê CHP'ê demokrasî û azadî ye.


Di vê navberê de endamên Devgera Hevgirtinê diyar kirin ku xebatên ku li enqereyê tên meşandin pir baş derbas dibe û ji bo di dawiya meha cotmehê de li Stenbolê konferansek li dar bixin, nexşereyekî amede dikin.

(go)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN