Baluken: Helwesta wêderkirina HDP'ê vegeriya êrîşa li dijî HDP'ê
ENQERE (DÎHA) - Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdris Baluken li Meclisê daxuyanî da çapemeniyê, bal kişand ser êrîşa li dijî HDP'a Stenbolê û diyar kir ku "mutabaqata" li dijî HDP'ê veguheriye êrîşa li dijî partiya wan. Baluken da zanîn AKP'ê endam nedaye komîsyona derbeyê û bi vê xebat dane asteng kirin, heke êrîşên li dijî wan zêde bibin dê bexwedaneke dîrokî bidin nîşan.
Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdris Baluken der barê êrîşên li dijî HDP'a Stenbolê û wêderkirina HDP'ê de li TBMM'ye daxuyanî da çapemeniyê. Baluken destnîşan kir di serî de kurd û elewî, li dijî hemû bindestên li Tirkiyeyê ji hêla Erdogan û hikûmeta AKP'ê ve "Eniyeke Mîllî" hatiye avakirin û ev alî bêperwa êrîşî hêzên bindest dikin û ev tişt got: "HDP ji pêvajoya demokratîk wêderkirin bi serê xwe xeterek mezin e. 'Mutabaqata' li dijî HDP'ê û muxalîfan hatiye avakirin, ketine nava êrîşan, serdagirtina polîsan a duh li Stenbolê di avahiya HDP'ê de pêk hat jî beşeke vê ye."
Baluken di vê der barê de ev tişt anî ziman:
"Me bi dehan caran anî ziman ku divê dest ji vê helwestê bê berdan, ji xwe beşeke mezin a Tirkiyeyê di nava gengeşiyê de ye, pêwîstî bi hevhatinê heye. Lê vê hewldanên wêderkirinê daynin aliyekî, berovajiyê wê bi işaretên Erdogan êrîşên li dijî HDP'ê zêde bûn. Yanî helwesta piştî derbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê HDP wêder dikir, li HDP'ê wekî êrîşekî vegeriya."
Baluken diyar kir ku Erdogan û AKP bingeha şerê navxweyî amade dikin û wiha axivî: "Ji xwe serdagirtina rêxistina meya Stenbolê nayê qebûlkirin, lê di operasyonê de bikaranîna helîkopteran bi serê xwe fikaran derdixe holê."
Baluken binçavkirina 59 welatiyên li navçeya Qereyaziya Erizromê jî rexne kir û aşkera kir ku nêzî 2 hefta ne girtî ne û hêj îfadeya wan nehatiye girtin. Baluken ev rewş jî rexne kir û got welatî wekî "dîlan" tên ragirtin.
Erdogan alîkariya xwe diyar dike
Bakuken bi lêv kir ku di demên dawî de li dijî muxalîf, kurdên li înaşetan dixebitin êrîş gelekî zêde bûne û da zanîn Erdogan bi derbekaran re heman hişmendiyê diparêz e.
Baluken got "Derbekaran çawa meclis bombe kirine, xwestine meclisê tasfiye bikin, Erdogan jî bi fermana daye darêzê re û wekîltiya me hedef digire, heman hişmendiyê diparêze. Derbekaran jî der barê wekîlan de lîste amadekiribûn û dixwestin wekîlan bigirin. Niha karê ku derbekaran nûvço hiştiye Erdogan temam dike."
Heke êrîş bidomin berxwedana dîrokî
Baluken destnîşan kir ku Selahattîn Demîrtaş duh di vê der barê de hişyarî dane û gotinên Demîrtaş ên wekî 'Divê HDP bi çeteyan re neyê tevlihevkirin' bi bîr xist û wiha got: "Em têkoşîneke mafdar bi rûmeteke mezin didin meşandin. Heke bikevin xeletiyeke wisa û bi ser mede bên, dê li dijî xwe berxwedaneke dîrokî bibînin."
Baluken hatina gel hev a AKP, CHP û MHP'ê û xebatên makeqanûna nû jî wekî "hemû saziyên dewletê bi Qesrê ve tên girêdan" nirxand û ev tişt anî ziman: "Dewleteke girêdayî Qesrê tê avakirin, ev hişmendiya faşîzan nedihat hişê Kenan Evren."
Baluken li ser makeqanûna nû jî ev tişt got: "Tevlinekirina HDP'ê ya xebatên makeqanûna nû jî wekî 'HDP navberê naxe navbera xwe û PKK'ê tê şîrovekirin. Ew navberê dixin nava xwe û ew kesên meclis bombe kirin."
(ms)