Bo Demîrtaş û Onder daxwaza 5 sal cezayê girtîgehê
STENBOL (DÎHA) - Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê, derbareyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Parlementerê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder bi tawanbariya "Propagandaya rêxistinê" 5 sal cezayê girtîgehê xwest.
Piştî ku guhertina Makezagonê ya arasteyî betalkirina destnedayîna parlementeran di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê, Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê ji ber axaftinên mîtînga Zeytînbûrnûyê ya di 17'ê Adara 2013'an de hat lidarxistin, derbareyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Parlementerê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder de bi tawanbariya "Propagandaya rêxistinê kirine", fezleke amade kir.
Di îddianameya ku ji aliyê Wekîlê Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê Kadîr Yilmaz ve hat amadekirin de, 2 kes wek muştekî (gazincker) cih girtin. Di îddianameyê de hat diyarkirin ku muştekiyan daxwaznameya giliyê radestî Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê kirine û di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku di mîtînga Newrozê ya di 17'ê Adarê 2017'an de li Zeytîbûrnûyê ji aliyê rêveberiya BDP'a bajêr û HDK'ê ve hat lidarxistin de, alenî Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan de dirûşme hatine berzkirin û di mîtîngê de Demîrtaş û Onder ê ku axivîne pesnê Ocalan dane.
Li ser giliyên muştekiyan lêpirsîn hatiye destpêkirin û hat diyarkirin ku ji ber Demîrtaş û Onder parlementer in, lêpirsîna derbareyê wan de ji ya kesên din ên ku giliyê wan hatiye kirin, hatiye veqetandin.
Di îddianameyê de ji ber çalakiyên Demîrtaş û Onder bi fezlekeya 20'ê Cotmeha 2015'an a Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê betalkirina destnedayîna wan hat daxwazkirin û di îddianameyê de îfadeyên wek; di baregeha Zagona Arasteyî Guhertinên Makezagona Komara Tirkiyeyê de berdewamiya lêpirsînê cih girtin.
Di îddianameyê de hat vegotin ku li gel vexwendnameya ku ji bo parastin û delîl bên nîşandan ji Demîrtaş û Onder re hatiye şandin jî, bo îfadedayînê nehatine û hat destnîşankirin ku parastina wan î nivîskî jî negihaştiye dozgeriyê.
Di îddianameyê de bo Demîrtaş û Onder bi tawanbariya "Propagandaya rêxistinê kirine" di navbera 1-5 salan de bo wan cezayê girtîgehê tê xwestin.
Îddianameya ku ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê ve hat şandin, di merheleya vekolînê de ye.
(red)