Oluç: Hiqûqa talankirin û hovîtiyê heye
STENBOL (DÎHA) - Bi sedan endam û rêveberên HDP'ê, êrîş û serdegirtina polisan a li dijî avahiya HDP'ê ya Stenbolê şermezar kir. Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Saruhan Oluç, êrîşên polîsan şermezar kir û diyar kir ku hiqûqa barbarî, havîtî û talankirine heye û ew vê yekê qebûl nakin.
Serê sibê yekîneyên polîsên tîmên taybet bi ser avahiya HDP'ê ya Stenbolê de girt û zerarek mezin da avahiyê. Welatî û endamên HDP'ê yên Stenbolê li ber avahiya HDP'ê ya Bajar kom bûn û êrîş şermezar kirin. Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Saruhan Oluç, endamên meclîsa HDP, rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyên Stenbolê jî di navde bi sedan kes amade bûn. Girseya ku li ber avahiya HDP'ê kom bûn, siloganên "HDP gel e, ge li vir e", "Destê dirêjî HDP'ê dibin bişkên" û "Zext me têk nabin" berz kirin.
Di daxuyaniyê de endamê Koordînasyona Demokrasî û Kedê Guven Gerçek, diyar kir ku ev êrîş bi tu awayî nayên qebûlkirin. Gerçek, anî ziman ku demokrasî xebata sazî û dezgehan pêş dikeve û ger êrîşî ser saziyên wan bikin û rê li pêş xebatên wan bigirin demokrasî pêş nakeve. Gerçek, êrîş şermezar kir û diyar kir ku HDP ne bi tenê ye.
Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Aysel Guzel jî anî ziman ku ev hiqûqî ne tenê li dijî partiya wan e û wiha got: "Ev êrîş li dijî aştî, demokrasî û xwehbiratiya gelan e. Em wekî partî dê her dem li dijî van zextan têbikoşin û paşve gavan navêjin. Tenê rêyek heye ew jî rêya demokrasî û aştiyê ye.
Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Dogan Erbaş anî ziman ku ev êrîş li dijî demokrasiyê pêk hatiye û ew dê li dijî vê bêhiqûqê bêdeng nemînin. Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Saruhan Oluç, êrîşên polîsan şermezar kir û diyar kir ku hiqûqa barbarî, havîtî û talankirine heye û ew vê yekê qebûl nakin.
(mae)