DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Amed amadekariyên Mîhrîcana Şanoyê dike

 
11 Tebax
09:28 2016

AMED (DÎHA)- Serîlêdanên 4'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê kirin.

Şanoya Bajêr a girêdayî Serokatiya Daîreya Çand û Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, amadekariyên Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dike. 4'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê ku di navbera 18-27'ên Mijdarê de pêk bê, ji bo komên beşdarî mihrîcanê bibin, roja dawi 14'ê Cotmehê ye.

Di baregeha 4'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de, dê li gel pêşandana lîstikan workshop, panel û gotûbêj jî bên lidarxistin. Kes û komên ku dixwazin serî li mihrîcanê bidin divê ji navnîşana www.amedtiyatrofestivali.com'ê forma serîlêdanê (Application Form) dagirin.

Par di baregeha mîhrîcana sêyemîn a ku hatibû lidarxistin de, bi beşdarbûyîna komên şanoyê ku ji Duhok, Kirmanşah, Îlam, Kerkuk, Silêmanî, Stenbol, Êlih, Cizîr û Nisêbînê hatibûn lîstikên bi navê “Spîmend”, “Allahindan Bulmuşlar”, “Mazottan Bir Tablo”, “Filler Sultani”, “Mekanlarin Zamani”, “Xaw Eray Zemîn”, “Degerli Doktor”, “Kuçuk Kara Balik (Lîstika Zarokan)”, “Davul Tozu”, “Vahşi Bir Halkin Marşi”, “Nene ve Tilki (Çocuk Oyunu)”, “Kim Var Orda”, “Uzun Bir Gunun Ardindan”, “Kuçuk Aslan (Lîstika Zarokan)”, “Yeter Artik”, “Orman Çocuklari (Lîstika Zarokan)” hatibûn pêşandan û her wiha 5 semîner jî hatibûn lidarxistin.

(red/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN