11 zarok li Bexdayê şewitîn û jiyana xwe ji dest dan
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Di şewata ku li Nexweşxaneya Yermûkê ya paytexta Iraqê Bexdayê xwe da der de, 11 zarok şewitîn û jiyana xwe ji dest dan.
Di şewata ku li Nexweşxaneya Yermûkê ya paytexta Iraqê Bexdayê xwe da der de, 11 zarok şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. Wezîrê Tenduristiyê Ahmed el Rîdeynî derbareyê mijarê de daxuyanî da û diyar kir ku bi şev saet di 02.00'yan de li Beşa Welidînê ya Jinan a Nexweşxaneya Yermûkê ji ber pirsgirêkeke xeta ceryanê şewat xwe daye der û li beşa welidînê ya lezgîn 11 zarok şewitîn û jiyana xwe ji dest dan.
Her wiha Berdevkê Wezîrê Tenduristiyê daxuyand ku di şewatê de 29 jin û 7 zarok jî hatine rizgarkirin û şewat hatiye kontrolkirin.
(red)