Bi hişmendiya qirkirinê nêzîkî xwezaya Kurdistanê dibin
AMED (DÎHA) - Di operasyonên leşekrî yên li Kurdistanê de xwezaya Kurdistanê tê şewitandin û hemû ewldanên vemirandinê ji hêla leşkeran ve tê asteng kirin. Li gorî daneyên Midûryeta Giştî ya Daristanan, di 15 şewatên daristanan ên li Amedê de 66.20 hektar daristan şewitî, Li Boluyê di 15 şewatan de tenê 26.74 hektar qad şewitî, ev jî cudakariya li dijî erndîgariya Kurdistanê dide nîşan.
Hêzên dewlete daristanên berû yên li navçeya Liceê ya Amedê da ber agair, ev jî têr nekir vê carê bi balafirên şer bombebaran kir. Hêzên dewletê agir berdidin daristanê û nahêlin kes vemirîne jî. Dîsa bi bombeyên giraniya wan 500 kîlo û tonekî yên qazanê daristanan ji holê dide rakirin. Ev bombeyên qazanê ji ber ku bi TNT'ê tên dagirtin, di dema teqînê de ji ber pêla wêya berfireh qadeke 300-400 metreyî bi tevahî bi zindîwaran ve tune dike. Ev bombeyên zerareke mezin dide ekolojî û xwezayê, li Licê bi sedan carî hatiye bi kar anîn.
Herêma bi daristan ya gundê Zengsorê bi hatina biharê re bi keskayiya xwe mirov sermest dikirin, ji mehên birahrê vir ve ji ber bombebaranê herêm hat talankirin. Ji ber bombeyan li qada 200 metreyî hemû dar çax û çiqilên wan şkesti ne û ji ber şewatê bûne xwelî.
'Dewletê aramî nehiş'
Welatiyê ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bêje, bertek nîşanî bombebaranê da û ev tişt got: "Dewletê li vir aramî nehişt. Dixwazin li vir jiyanê tune bikin û me bidin koçber kirin. Em dê axa xwe nehêlin û bi tu derî ve neçin. Li dijî axa Kurdistanê êrîşên bombeyî asayî dibînin."
Şewatên li Mêrdînê Antalya derbas kir
Rapora di sala 2015'an de ji hêla Midûryeta Giştî ya Daristanan ve hat amadekirin de, di mudaxaleya şewatên li Tirkiye û Kurdistanê de cudahiya li dijî daristanên Kurdistanê bi awayekî şênber derdikeve holê: Di sala 2015'an de li Amedê 15 şewat derketin, di van şewatan de 66.20 hektar qad şewitî, li Mêrdînê di 24 şewatan de 247.74 hektar, di 178 şewatên li Îzmirê de 73.10 hektar, di 29 şewatên li Enqereyê de 10.33 hektar, dîsa li bajarê Antalyayê ku herî zêde şewat lê derdikeve, di 189 şewatan de 196.44 hektar şewitî. Daneyên ku derketine holê herêmên Kurdistanê yên ku daristanên wê kêmin, şewat herî zêde xwe dide nîşan û di mudaxaleyê de jî cudahiyeke mezin tê kirin.
(ms)