DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Hem xwedî li çandê derdikevin hem qabiliyeta xwe keşf dikin

 
10 Tebax
08:54 2016

AMED (DÎHA) - Navenda Çanda û Hunerê ya Cîgerxwîn piştî serdema nû ya xebatên xwe yên çandî û hûnerî da destpêkirin, zarok û ciwan eleqeyek mezin nişan didin û her roja ku diçe xebatên wan berfireh û geş dibin. Di nav xebatan de kursên wek gîtar, erbane, şano û koma zarokan hene û ciwan û zarok li navendê hem qabîliyeta xwe keşf dikin hem jî xwedî li çanda xwe derdikevin. Mamosteyên navendê banga beşdariya kursan li zarok û ciwanan kir.

Navenda Çanda û Hûnerê ya Cîgerxîn a ku di bin banê Şaredariya Peyasa Amedê de bi salan e xebatên çandî û hûnerî li pêş dixe û dide meşandin ji aliyê şagirtan rastî eleqeyek mezin tê. Li Cigerxwînê kursên wek gitar, tembûr, erbane, def, sinema, şano û komên mûzîkê yên zarokan didin şagirtan. Kursên cûr bi cûr ji bo zarok û ciwanan tê dayîn. Bi taybetî beşdariya zarokan tevlî kursan dibin zêde ye. Şagirt li vê derê hem çanda û hûnera kurdî diparêzin û hem jî qabîliyetê xwe keşf dikin. Xebatkar û mamosteya Navenda Çanda Cigerxîn derbarê xebatên xwe de axivîn.

‘Li hember pişaftinê biryardariyek xurt heye’

Xebatkar û mamosteya şanoyê ya Cigerxwînê Selda Erkîn diyar kir ku kûrsên wan ên çandê ji mehahezîranê ve dest pê kiriye û wiha got: “Ciwan û zaroken me li hember pişaftinê bi biryardariyekî xurt xwedî li çanda xwe derdikevin. Ji bo zarok û ciwanên Amedê saziya me fersendek herî mezin û dîrokî ye. Zarok û ciwan herî zêde eleqeyê nîşanî qûrsên gîtar, erbane û şanoyê didin û serlêdanên qûrsan jî her diçe zêde dibin."

‘Hûner û ziman li pêş dikeve’

Xebatkar û mamosteya wêneyan a Cîgerxwînê Oznûr Şatîr jî têkildarî xebatên xwe agahî da û diyar kir ku divê beriya her tiştî ji heft salî heta heftê saliyan herkes li çand, hûner û zimanê xwe xwedî derbikeve û got ku bi taybetî ji bo zarok zimanê dayikê ji bîr nekin dersên çandê fêrî wan dikin û ligel van qursan jî dersa wêneyan didin zarokan. Şatir ev tişt got: “Ji bo ku zarok ji bo çêkirina wêneyan li pêş bixin, bi taybetî di warê dersa wêneyan ez hewl didim ku lê hûr bibin. Ji bo ku çanda kurdî neyê windakirin û çanda pişaftî nekeve rûhê me, em perwerdehiya xwe bi zimanê kurdî didin. Elbet zarok ji ber ku bi zimanê xwe perwerde dibinin, zimanê wan ên dayikê jî li pêş dikeve.” Şatir destnîşan kir ku şagirt ji van dersan qabîliyeta xwe keşf dikin û bi kêfxweşî tên tevlî dersan dibin.

‘Em çanda dejenerbûnê asteng dikin’

Şatir bal kişand ser armanca sereke ya kursan û wiha got: “Piştî ku ciwan û zarok 3 meh li vir kursan dibinin, dê çi bikin û çi daxwazin bi wan re diaxivin. Armanca herî mezin jî ew e ku em ji çanda dejenere bûyî dizivirînin. Çawa ku malbat bi heq zarokên xwe dişînin dibistanên tirkî, divê ku bi heman hesasiyetê zarokên xwe bişînin perwerdehiya hûnerê jî. Dersên me bêheq in û em bang li gelê xwe dikin hin bêtir zarokên xwe bişînin perwerdehiya çand û hûnerî.”

(mg-fd/bg/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN