DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Ekolojî

Tevgerên Ekolojiyê û KCD çûn Licê

8 Tebax
16:53 2016

AMED (DÎHA) - Komîsyona Ekolojiyê ya KCD'ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bi hev re daxuyaniyeke hevbeş dan, ji bo şewat û taxrîbatên Licê lêkolîn bikin çûn herêmê.

Komîsyona Ekolojiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, ji bo taxrîbat û şewata di operasyona leşkerî de li navçeya Licê ya Amedê derket holê di cih de lêkolîn û rapor bikin, çûn herêmê. Heyeta ku berî bi rê keve, li ber avahiya KCD'ê daxuyanî da, dan zanîn ku ew dê şewat û rûxandina li herêmê di operasyona leşkerî de xwe da der, rapor bikin. Li ser navê heyetê Aktîvîsta Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Guner Yalniç axivî û aşkera kir ku aktivîstên li Dîlok, Riha, Mêrdîn, Wan, Amed û Êlihê bên dê bi hev re biçin herêmê.

(ms)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN