DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Li pey xeyalên xwe diçin

 
8 Tebax
11:40 2016

RÛKEN DEMÎR

AMED (DÎHA)
- Endamên tîma futbolê ya duyemîn a li Amedê hat damezirandin ên Diyarbekîrsporê xebatên xwe bi lez û bez didomînin. Lîstikvanên tîme dixwazin futbolê ji spora zilaman neyê nirxandin û banga "heke dixwazin bi sporê re eleqedar bibin guh nedin kesên li der û dora wan çi dibêjin û çi dibe bila bibe li pey xeyalên xwe biçin" li jinan kirin.

Li cîhan û Tirkiyeyê futbol tenê bi mêran re tê sînor kirin, bi taybetî li bajarên herêmê di demên dawî de tîmên futbolê yên jina hatine avakirin. Piştî di bin banê Amedsporê de tîma jinan a futbolê hat avakirin, di bin banê Diyarbakîrsporê de jî di 6'ê hezîranê de tîma futbolê ya jinan hat avakirin. Tîma fubtolê ya jinên Diyarbakîrsorê dê serdema pêşê de di Lîga 3'emîn de têkoşînê bide û dest bi îdman û xebatên xwe bike. Tîma mijara gotinê destpêkê bi 5 kesan hat avakirin, nih ji 20 kesan pêk tê. Tîm, armanc dike ku wekî tîma jinên Amedsporê derbasî Lîga 2'emîn bibe.

Koordînasyonê Bingehîn ê Diyarbakîrsporê Akîf Gozmen da zanîn armanca wan ew e ji bo jinên herêmê xizmeta futbolê bidin, di vê serdemê de armanca wan şampiyonî ye.

Tîmeke nû ye

Dîrektorê Teknîkî ya Tîma Futbolê ya Jinên Diyarbakîrsporê Melek Akgul Karakoç jî diyar kir ku wê berê di xebatên tîma futbolê ya Amedsporê de cih digirt, ew dixwazin bên cihekî baş û ev tişt got: "Bêkguman armanca me ne tenê tîma futbolê ya Diyarbakirsporê avakirin e. Em dixwazin bingeha tîma fitbolê ya jinan jî ava bikin. Xebatên meyên transferê didomin. Tenê niha armanca me ew e em tîmê derbasî Lîga 2'emîn bikin."

Lîstikvana Diyarbakîrsporê Safiye Uçak (21) aşkera kir ku ew 8 sal e bi awayekî profesyonel futbolê dileyze, berê di Amedsporê de leyistiye. Uçak bi lêv kir wê berê di gelek timan de cih girtiye û got "Ez niha vegeriyam mala xwe."

Lîstikvana jin Yagmur Çetîn (18) jî aşkera kir ku ew berê bi atletîzmê re mijûl bû, piştî dît ku di futbolê de hêz serkeftî ye, dest bi futbolê kiriye. Jina ciwan Yagmur bang bi van gotinan bangî hevriyên xwe yên jin dike: "Dê der û dora min çi bêje, ne pirsgirêk e. Divê her jin li pey xeyalê xwe bimeşe."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN