Polîtîkayên şer aborî têk bir
WAN (DÎHA) - Polîtîkayên AKP'ê yên şer bandora xwe li ser aboriya rençber û çotkaran jî kir. Rençber Sabahattin Zengin, diyar kir ku ger şer wisa bidome êdî nikarin çandinî û çotkariyê bikin.
Polîtikayên AKP'ê yên şer bandora xwe bi awayekî neyînî li ser hemû qadên jiyanê dike. Ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê êdî rençberên li Wanê zahmetiyan dijîn. Rençberê 45 salî Sabahattin Zengin ku 15 salin rençberiyê dike diyar kir ku ji ber polîtîkayên AKP'ê şên şer êdî aboriya wan têk çûye û nikarin çandineyê bikin. Zengîn diyar kir ku li gundê Şamranalti yê Artemêtan li ser 10 doliman bexdûnis (maydanoz) çandiye, lê ji ber lêçûna wî zêde ye heqê keda xwe dernaxe û zerar dike.
Zengîn, da zanin ku tûzik, pirpar, bexdûnis, çandiye û wiha got: "Her sal ev çandinî debara min dikir. Lê îsal zerar dikim. Karekî zor û zahmet e. Kedek mezin dixwaze. 40 rojan bi zor û zahmet ji bin axê derdikeve."
Rençber ji ber ku nikarin piştgi
Zengin, da zanîn ku dewlet tenê qirêdî dide rençberên mezin û j ber polîtîkayên dewletê û polîtîkayên AKP'ê yên şer rençberên biçûk yek bi yek îflas dike û têk diçin. Zengîn, da zanin ku Wezareta Karên Çandinî û Sewalkariyê jiyanê li wan zahmet dike û wiha axivî" Rojên borî terez bariya. Me 40-50 hezar tl zerar kir. Ji ber terezê gelek rençber zerar kirin. Lê wezaretê alîkari neda rençberan. Hemû keda me vala diçe."
(mae)