'Tûrîzm bi aştiyê zindî dibe'
ANTALYA (DÎHA) - Serokê POYD'ê Ali Kizildag, krîza li ser turistin û aboriyê nirxand û diyar kir ku ji bo li Tirkiye turîzm pêş bikeve divê şer bi dawî bibe topbaran bi dawî bibe û aştî pêş bikeve.
Tirkiye ji ber şerê heyî û teqînên li mertepolan di qada turîzmê de di 30 salên dawî de sala herî xerab dijî. Ji ber Tirkiye di qada turîzmê de de qirîzê dijî di qada aborî de jî krîzê dijî. Serokê Komeleya Rêveberên Otelên Profesyonel (POYD) Alî Kizildag diyar kir ku ji bo li Tirkiye turîzm pêş bikeve û zindî bibe divê şer û teqînên heyî bi dawî bibe.
Kizildag, da zanîn ku Rûsya ji bo Tirkiye çavkaniyek herî baş a aboriyê ye û wiha got: "Krîza xistina balafira şer a bi Rusya re herî zêde bandora xwe li ser turîzmê kiriye. Li Tirkiye ji bo turîstan tişta herî girîng ewlehî ye. Em li qada Asya Hindistan Îran û li Rojhilata Navîn xebatan dimeşînin. Lê ji bo em turîstên biyanî bînin Tirkiye pirsgirêka herî sereke ewlehî ye. Ji ber vê yekê divê berî her tiştî fikara wan a ewlehiyê ji holê rake.
Kizildag, da zanîn ku ji bo bazara turîzmê zindî biki divê berî her tiştî şer û pevçûn bi dawî bibe, teqînên li Tirkiye bidawî bibin û di qada ewlehiyê turîst xwe di ewlehyê de bibînin.
(mae)