DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Berxwedêriya civakî di albuma kurdî de dê bê komkirin

 
6 Tebax
09:06 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Ji 3 albumên "Şubadap Çocuk" a Kolektîfa Muzîkê ya Praksîsê ku bi stranên xwe yên dostanî, aştî, biratî, ekolojî zayendparêziya civakî ve balê dikişînin 6 stranên herî baş dê bên hilbijartin û bi kurdî bên gotin. Xebatên albuma "Zarokên Şubadap Ezman ê kê ye?" dê di meha kanûnê de bê temamkirin Endamên komê diyar kirin ku wan zimanê kurdî ku herî zêde bi polîtîkayên asîmîlasyonê re rû bi rû maye, zimanê têkoşînê ye hilbijartine û dê stranên xwe wergerînin zimanê îspanyolî, îngilizî û erebî jî.

Kolektîfa Muzîkê ya Praksîsê ku bi muzîk û xebatên xwe yên hunerî balê dikişînin di çarçoveya xebata "Şubadap Çocuk" de 3 album derxistibûn. Dê ji wan 3 albuman 6 stranên herî baş bên hilbijartin û bi kurdî bên gotin. Di albumê de xebatên stranên "Ezman ê kê ye?" û "Zanyar begê bombevan" hatin temam temamkirin. Albuma bi navê "Zarokên Şubadap Ezman ê kê ye?" jî bi tevahî dê di meha kanûnê de bê temamkirin. Ev album jî dê wekî albumên din bê perebe û hemû maf jî dê yê zarokan be.

Ji endamên kolektîfê Serdar Turkmen diyar kir ku heta niha 3 albumên bi navê "Stranên Dîno" "Stranên zarokê zana" "Ezman ê kê ye" derxistine û di hemû albuman de jî cih dane stranên civakî yên zarokan.Turkmen bilêv kir ku di van stranan de mijarên dostanî, aştî, biratî, ekolojî û zayendparêziya civakî dest girtine û niha jî stranên xwe wergerandine kurdî û di kanûnê de dê albuma bi kurdî ya "Zarokên Şubadap" derxînin.

'Kurdî zimanê têkoşînê ye'

Turkmen destnîşan kir ku kurdî zimanê têkoşîna cevakî ye, li aliye din jî zimanê gelekî ku bi polîtîkayên asîmîlasyonê re rû bi rû maye ji ber vê yekê jî bi taybetî kurdî tercîh kirine. Turkmen got ku dê xebatên wan bi vî yekê re jî nemîne û wergerînin zimanê îspanyolî, îngilizî û erebî jî.

'Me xwest xitabî zarokên kurd bikin'

Endamê Praksîsê Oguzhan Şahîn jî diyar kir ku ji bo zarokên ku şer dîtine xebat girîng e û dixwazin kêm be jî asîmîlasyona dewlet li ser zarokan pêk tîne kêmbikin. Şahîn wiha got: "Dewlet li vî cogragyayê dixwaze kurdan asîmîle bike. Şubadat bila xîtabî zarokên kurd jî bike. Ji bo ku em tiştekî ji bo vî zimanî bikin biryara wergerandina kurdî da. Muzika xwe gihandina zarokên ku dûrî aştiyê mane girîng e."

Endama Praksîsê Duru Ors ji anî ziman ku armanca wan kar nîne ji ber vê yekê jî stranên wan dikare li her derê bê gotin, albumên wan aydî zarokên hemû gelan e. Ors got ku kurdî zimanê têkoşînê ye û wiha axivî: "Em dixwazin zarokên kurd ên li vî welatî jî di Şubadapê de cih bigirin."

(sa)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN