DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Ji jinan kampanyaya 'Ez xwedî li Rêbertiya xwe, ax û azadiyê der dikevim'

 
5 Tebax
14:45 2016

AMED (DÎHA) - Jin bi pêşengiya KJA'yê li ser esasê azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi şîara "Ez xwedî li Rêbertiya xwe, ax û azadiyê der dikevim" starta kampanyaya ku dê li Tirkiye û Kurdistanê 6 mehan bidome dan. Li ser navê jinan Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata daxuyaniya hevpar da û diyar kir ku azadiya Ocalan çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê, divê ev neyê jibîrkirin, her pêkanînên şaş û tehdîdên têkîldarî ewlehî û tenduristiya Ocalan zirarê dide têkîliyên gelên tirk û kurd.

Bi pêşengiya Kongreya Jinên Azad (KJA) starta kampanyaya "Ez xwedî li Rêbertiya xwe, ax û azadiyê der dikevim" li Navenda Çandê ya Cîgerxwîn a Amedê bi daxuyaniya çapemeniyê ve hat dayîn. Li Salonê posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li ser nivîsa "Ez xwedî li Rêbertiya xwe, ax û azadiyê der dikevim" hate daliqandin. Seroka Koma HDP'ê Çaglar Demîrel, Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Berdevka KJA Ayla Akat Ata, hunermend Mizgîn Tahîr, gelek parlamenterên HDP'ê, Meclîsa DAyikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên jinan ên li Amedê û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane daxuyaniya hevpar ji aliyê Ayla Akat Ata ve hat kirin.

'Em ê gotina xwe bikin û derbasî çalakiyê bibin'

Ata diyar kir ku di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin, di têkoşîna ku navenda wî Sûreyeyê de hêza herî diyarker jin in û bedelên herî giran jin didin. Ata wiha got: "Em bi hev re ne. Ji ber ku me pêkûtiyên giran dît. Me bihevre ev tişt dît. Ligel hemû tiştan em ê gotina xwe bibêjin û derbasî çalakiyê bibin."

'Ji bo dîrokê gotina dawî yên li ber xwe didin dibêjin'

Ata bilêv ku dema ku dîrok heqiqetê pêk nayne kaos çêdibe, di dîrokê de rastiyên mezin û şaşîtiyên mezin jî di van deman de derdikven holê. Ata wiha berdewam kir: "Qedera xwe bi rêgeza hilbijartinê diyar kirin, jiyankirin û pêşxistin yekemîn qurala hebûnê ye. Rûmet ji ber vê yekê helwesta exlaqî ya ku mirov ji bo jiyanê nîşan dide ye. Di demên ku derfetên jiyana birûmet û azad ji holê tê rakirin jî berxwedanên mezin, şer derdikevin asta herî jor. Ji ber ku qurala 'heqîqet eşq e, eşq jiyana azad e' ji bo mirovahiyê dema ku ji bo mirovahiyê hebûna xwe datîne holê dibe terzê hebûnê ya bêhempa. Ji ber vê yekê jî nirxandina 'ji bo dîrokê gotina herî dawî yên li ber xwe didin dibêjin' wekî rastiyeke bingehîn tê esasgirtin."

Ata bilêv kir ku isarar nefêmkirina têkoşîna azadiyê ya ku gelê kurd 40 sal in didin û qebûlnekirina projeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocaln a Komera Demoratîk sedema kaosa ku niha li Tirkiyeyê tê jiyîn e û ev rewş jî riyeke tarî dide ber Tirkiyeyê. Ata wiha berdewam kir: "Ji bo pêvajoya ku gelê me ji bo çareseriya demokratîk nîşan daye ya îlankirina xwerêveberiyan bi qetlîam, şer û xirakirina bajaran ve bersiv hatiye dayîn. Ev yek dibe sedema afirandina navendên îxtidarê yên qirêj, afirandina klîkên şer, qada siyasî jî ji kontrola 'mekanîka darbeyê' re dihêle."

'Azadiya Ocalan çareseriya pirsgirêkan e'

Ata destnîşan kir ku ew weke jin difikirin ku bi Ocalan re ne li Îmraliyê divê di şertên azad de muzakere bêdestpêkirin û heke ev pêk neyê Tirkiye dê di warê siyasî de hilweşe û nikare xwe xilas bike. Ata got ku azadiya Ocalan çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye û divê ev yek neyê jibîrkirin, her pêkanînên şaş û tehdîdên têkîldarî ewlehî û tenduristiya Ocalan zirarê dide têkîliyên gelên tirk û kurd. Ata wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di şexsiyeta rêbertiyê de ya tê temsîlkirin şer û çareseriya di navbera azadî û koletiyê ye. Faşîzma tekperest a 200 salan an Tirkiyeya azad û demokratîk? Pirs û pirsgirêk ev e. Du muxatabên vî pirsgirêkê hene. Kurd û tirk. Ji ber vê ev nîşan dide ku pêvajoya ku ev herdu gel qedera xwe diyar bikin e."

'Ez xwedî li rêbertiya xwe derdikevim'

Ata da zanîn ku wan bi şîara "Ez xwedî li Rêbertiya xwe, ax û azadiyê der dikevim" kampanya dane destpêkirin û banga tevlîbûnê li hemû jin û rêxistinên jinan ên li Tirkiyeyê kir.

Ata sedema destpêkirina kampanyayê jî wiha vegot: "Ji bo bajarên ku hikûmeta AKP'ê xira kiriye planake înşakirinê tê pêşxistin. Li dijî polîtîkaya hikûmetê ya xirakirin, bêmulkirin, bêmirovkirinê ya 'heke ji bo azadî, rûmet, nasnameyê heke tu li ber xwe bidî dê dawiya te xirakirin be' gelê ku berxwedaneke bê hempe nîşan da em wan silav dikin. Gelê me yê ku axa xwe neterikand, girêdana xwe ya çanda xwe nîşan da ruhê berxwedanê ya demê nîşanî me da. Jinên Baton, Amed, Nisêbîn, Geverê yen ku bi gotina 'em ê tu caran vî axî neterikînin' li her kolanî jiyanek nû afirandin em minetdarî we ne. Dayika Taybet, Selamet Yeşîlmen, zaroka Mîroy, Sêvê, Asya, Pakîze, Fatma û bi sedan jinên berxwedêr sond be em we ji bîr nakin."

Ata bang li hemû jinan kir xwest bi şîara "Her warek welatek" tevlî kampanyayê bibin û dê bi vî rengê mal, kolan, gund û bajaran ji nû ve înşa bikin.

Di kampanyaya 6 mehan de bernameyên ku bên lidarxistin wiha ye:


* Heta 1'ê îlonê bi şîara 'her civînên gel çalakiyek e' li her taxê civînên jinan û li 16 bajaran panel dê bên lidarxistin.

* Bi pêşengiya Meclîsa Dayikên Aştiyê li Amed, Wan û Stenbolê li qadan "Ji Rêbertiyê re azadî" dê nobet bên girtin.

* Di mehên îlon û commehê de li Êlih, Amed, Wan, Mêrdîn û Stenbolê bi şîara "Ez xwedî li Rêbertiya xwe, ax û azadiyê der dikevim" dê mîtîngên jinan bên lidarxistin.

* Xebatên piştevanî û înşayê dê bi şîara "Her warek welatek" ve bi rêxistinên jinan ve li Şirnex, Nisêbîn, Sûr û Geverê ji nû ve bê plankirin."

piştî daxuyaniyê ji bo Rêberê PKK'ê sînevîzyona hate amadekirin hat temaşekirin. Di dema sînevîzyon hate temaşekirin jinan dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin. Bername bi çepik û tîlîliyan bi dawî bû.

(sa)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN