DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Banga Roj layiqî xelata belgefîlma herî baş hat dîtin

 
5 Tebax
13:18 2016

STENBOL (DÎHA) - Belgefîlma "Banga Roj" a ku derhêneriya wê ji hêla Hamdî Akyol û Cemîl Kizildag ve hat kirin, li 10'emîn Mîhrîcana International Euro Filmê, layiqî xelata belgefîlma herî baş hat dîtin.

Belgefîlma "Banga Roj" a ku îsal cara ewil di 4'emîn Mihrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê hat pêşandan, li 10'emîn Mîhrîcana International Euro Filmê, layiqî xelata belgefîlma herî baş hat dîtin.

Belgefîlma ku derhênariya wê ji hêla Cemîl Kizildag û Hamdî Akyol ve hat kirin, bi mijara xwe vekişîna gerîllayên ku di sala 2013'an de li ser banga Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan ve ji çiyayên Behra Reş ber Dersimê ve vekişiyan, vedibêje.

Her wiha belgefîlma Banga Roj a ku di baregeha Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê ya ku li Navenda Çandê ya Cegerxwînê hat lidarxistin de bi awayekî zêde bala temaşevanên kêşa bû û di 4'emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê de ya di navbera 24-29'ê Gulanê de hat lidarxistin de, xelata Juriyê ya Gel girtibû.

(red)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN