DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Shamsîa Hassanî yekemîn hunermenda grafîtî ya Afganistanê ye

 
5 Tebax
12:01 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Em di cîhaneke bi tije xeyalan de dijîn. Ew çiqas bi hêz in em gelekî bi hêsanî ji bîr dikin. Li Afganistanê bifikirin, tişta destpêkê tê hişê mirov şer, şidet û gelê belengaz... Welatekî ku mirov her roj bi rastiyên xwe re di nava pevçûnê de ye. Hunermenda grafîtî ya kuçeyan a yekemîn Shansîa Hassanî ji bo vê yekê biguherîne di rê de ye. Bi xêzên femînîstî û xebatên kûr ên grafîtî hemû şopên şer ên di hişên mirovan de dide ji bîr kirin.

Shamsîa, di sala 1988’an de li bajarê Tehranê yê Îranê hatiye dinê. Ji bo lîsansa xwe ya bilind bike ji bo beşa Hunerên Dîtinbarî koçî Kabîlê dike. Shamsîa bi riya vê xebatê pirsgirêka jinên afganî û di qada bajarî de dide xebitandin. Ji ber ku ev xebat ne bi veşarî tên kirin, dema li ser avahiyên cemaweriyê tên çêkirin di aliyê dîtinbariyê de rewşeke cuda derdixe holê.

Shamsîa di roportaja xwe ya ku bi kovara Art Radar re kiriye de bi van gotinan qala jinan dike: "Ji bo ez hêza jinê bibînim û şabûnên jinan bidim nîşan min xeyalên xwe guhertin. Di xebatên min de tevgerîn pir zêde ye. Ez dixwazim bi vê xebatê bidim nîşan ku jin di nava civaka aftanî de pir bi hêz vediger. Ne jineke di malê de. Ev jineke nû ye. Xwedî enerjiyeke tije, jineke ji nûve dest pê dike. Ez wan ji jiyanê bilindtir boyax dikim."

Li gorî nûçeya ji kovara 'gaîa'yê hatiye girtin, ji ber ku li Afganistanê avakirina forma hunerê qedexe ye û dem dem wekî tiştekî derveyî qanûnê tê pênase kirin, li welatên Ewropayê cuda tê nîqaş kirin. Lê ji ber ku Shamsîa jin e li gorî dilê xwe nikaribû xwe bigihîne kuçeyan, ji ber wê serî li rêbazeke ku wekî "Xewna Grafîtî" pênase dike daye. Bi vê teknîkê qalibên kuçeyên Kabîlê yên mezin digire, wan wekî tuval bi kar tîne û di studyoya xwe de boyax dike.

Di xebatên Shamsîa de amûrên muzîkê bi awayekî razber xwe di hişmendiyeke azadiyê de nîşan.

Shamsîa niha di Zanîngeha Kabîlê de grafîtiyê dide hîn kirin. Berhemên wê li muzeya Los Angeles Hammerê de tên pêşandan

(ms)





ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN