DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jinan qedexeya ajotina bisîklêtê şermezar kirin

 
5 Tebax
10:46 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Li rojhilatê Kurdistanê gelek jinan, jîngehparêz û çalakvanên rojhilatî name ji rayedarên peywendîdar re şandin û nerazîbûnên xwe li hemberî qedexekirina ajotina biskelêtan ji jinan re anîn ziman, xwestin qedexe bê rakirin.

Li Îranê her sêşem rojek sembolîk e ji bo bikaranîna biskelêt ji bo ku xweza paqij bimîne. Lê ji aliyê polîsê Merîwanê ve ajotina biskelêtê ji jinan re hatiye qexekirin û ji wan re tê gotin ajotina bîsikelêtê ji bo jinan heram e.

Ji bo şermezarkirina vê qedexeya ji bo jinan hatî dayîn, zêdeyî hezar û 400 çalakvanên jin, jîngehparêz, civakî û welatiyên rojhilatê Kurdistanê name ji rayedarên rejîma Komara Îslamiya Îranê yên bajarê Merîwanê re şandin û daxwaz kirin ku qedexe bê rakirin.

Di nameyên hatine nivîsandin de, behsa siyaseta cudakarî û astengiya li hemberî ajotina bisîkelêtan ji jinan re tê kirin û wiha tê gotin; "Di demekî ku dixwazin jingeh û xwezayê bi parêzin û bi vê yekê di warê parastinê de civakê agadar dikin. Li milê din ve li Merîwanê ji bo jinan astengiyê çê dikin û tu kes guh li daxwaziyên jinan ên di warê çalakiyên bi vî rengî de nade."

'Bila qedexe bê rakirin'

Di nameyê de daxwaz ji rayedarên peywendîdar tê kirin ku astengiyên li pêşiya çalakiyên jinan bi dawî bibin û qedexeya li ser ajotina bisîkelêtan a ji jinan re bi dawî bibe û wiha tê gotin; "Li cihê ku rê li pêşiya ajotina bîsîkelêtan ji jinan re bigrin, baştir e kar ji bo nehiştina tundiya li ser jinan bikin."

Herwiha di nameyê de kampanya komkirina îmzeyan ji tê ragihandin.

Li seranserî Îranê li rojhilatê Kurdistanê herî zêde elaqeyek mezin ji vê çalakiyê re nîşan didin. Bi taybet bajarê Merîwanê bi kampanyaya "Sêşemên bêmaşîn" tevlî vê çalakiya parastina xwezayê dibe. Lê niha ajotina bisîkelêtan li bajarê Merîwanê ji bo jinan hatiye qedexekirin.

(sa)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN