DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Birîndar bû lê dîsa jî dev ji mala xwe berneda

 
5 Tebax
09:21 2016

MÊRDÎN (DİHA) - Dayika Zubeyde Alkiş ya ku di qedexa derketina kolanan ya Nisêbînê ji mala xwe derneket û bi guleya hêzên dewletê birîndar bû, ligel birîndariya xwe ji dev ji axa xwe bernade, şahidiya berxwedana Nisêbînê dike.

Yek ji şahidên berxwedana Nisêbînê Dayika Zubeyde Alkiş e ku di dema qedexeyê de birîndar bûye. Dayîk Alkiş di roja qedexeyê ya 2'yemîn de dema ku li ber şibakê derve dinêre hêzên dewletê mala wê gulebaran dikin û ew ji ber parçeyên guleyan birîndar dibe. Dayîka Alkiş li gel birîndarbûna xwe jî dev ji mala xwe bernade û ji ber qedexeyê nekariye biçe nexweşxaneyê derman jî bibe.

Dayîka Alkiş anî ziman ku ew bi 9 zarokên xwe re 4 mehan ji mala xwe derketiye û wiha axivî: "Hêzên dewletê ji bo me ji Nisêbînê derbixe her tişt kirin. Bêsebeb mala me di bin gulebaranê de hiştin. Mala me li taxa 8’ê Adarê ye. Min û zarokên xwe şahidiya şerê li Nisêbînê kir. Hêzên dewletê ji bo em berxwedana Nisêbînê nebînin û piştî qedexa derketina kolanan em bi raya giştî re parve nekin her dem êrişî mala me û cîranê me dikirin. ”

‘Ji bo baweriya me ji polîs tunebû me gazî ambûlansê nekir’

Dayik Alkiş diyar kir ku piştî ew birîndar bûye ji ber qedexeyê nekariye biçe nexweşxaneyê û axaftina xwe wiha berdewam kır: "Ji bo baweriya me bi polîsan tunebû me gazî ambûlansê nekir. Ji xwe em di hedefa wan de bûn. Dema ku em derketiban me nedizanî ka dê çi were serê me. Me di nav 4 mehan de li birîna xwe nihêrî û niha rewşa min baş e. Ez qet neçûm nexweşxaneyê."

‘Taxa Koçeran li ber çavê me hat hilweşandin’

Dayik Alkiş destnîşan kir ku taxa Koçeran dema dihat hilweşandin wan kêlî bi kêlî ev yek temaşe kiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo em şahidiya êrîşên hêzên dewletê nekin depoya me ya avê gulebaran kirin. Taxa Koçeran li ber çavê me ji alî hêzên dewletê ve hat hilweşandin. Dema ku hildiweşandin gef li me jî xwarin. Ew qas êrîş li ser me çêbûn lê me dev ji mala xwe berneda. Em niha jî dev ji mala xwe bernadin. Ji ber ku em ji mala xwe derneketine em gelek serbilind in.”

(kom/no/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN