DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

'Ew neçar in agahiyekî bidin gel!'

 
4 Tebax
10:18 2016

WAN (DÎHA) - Jinên Wanê bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kirin ku divê demek ji ya din zûtir heyetek biçe Îmrailyê û ev tişt hat gotin: "Rêbertî di çi rewşê de ye ne diyar e. Ew neçar in agahiyekî bidin vî gelî."

Ji 5'ê Nîsana 2015'an vir ve hemû hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hatine qutkirin, bi hewldana derbeya 15'ê Tîrmehê re û bi îlan kirina OHAL'ê re hemû hevdîtinên li Girava Îmraliyê hatin qedexekirin. Jinên Wanê bertek nîşanî tecrîda giran dan û aşkera kirin ku divê demil dest heyetek ji bo hevdîtinê biçe Îmraliyê. Jina bi navê Azîze Bozkurt got "Dibêjin hûnê 3 mehan Rêbertiyê nebînin. Sedema wê çî ye? Hemû gelê kurd bersiva vê yekê meraq dike."

‘Rêbertî vîna me ye’

Bozkurt diyar kir ku piştî hewldana derbeyê fikarên wanên der barê tenduristiya Ocalan de gelekî zêde bûne û got "Rêbertiya me vîna me ye, divê der barê tenduristî û rewşê de me agahdar bikin." Bozkurt piştrast kir ku rakirina tecrîdê ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo gelên Tirkiyeyê jî giring e û xwest her kes ji bo Rêbertiya xwe rabe ser piyan.

'Heta Rêbertî azad nebe...'

Kiymet Guler jî destnîşan kir ku dê tecrîda giran neyê qebûl kirin, heta ew li jiyanê bin dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Guler da zanîn "Heta Rêbertî azad nebe, em jî azad nabin" û piştrast kir ku tenê Ocalan dikare şer bide rawestandin. Guler diyar kir ku heta hevdîtin neyên kirin, dê şer kûr be, ji bo ev şer bê rawestandin divê her kes bikeve nav berxwdan û têkoşînê.

'Em li benda agahiyê ne'

Makbule Dogan da zanîn ku bi îlana OHAL'ê re fikarên wanên der barê Ocalan de gelekî zêde bûne, bang li rayedarên dewletê kir ku der barê rewşê de gel agahdar bikin.

Nazîme Abî jî aşkera kir ku di şexsê Ocalan de vîna gelê kurd tê tecrîd kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji bo pêşî li komkujî û şer bê girtin divê tecrîd bê rakirin. Bi îlana OHAL'ê re zilmê li gelê Tirkiye û Kurdistanê dikin. Ji bo ev zilim bi dawî bibe, divê gelê kurd, tirk, laz, çerkez û ereb bi hev re têkoşînê bide meşandin."

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN