DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Koma Şoreşê: Koma Dengê Rojava

 
4 Tebax
09:21 2016

RIHA (DÎHA) – Hunermenê Rojavayî Bêwar Rojava piştî ji bajarê Til Temîrê koçî Rihayê kir, li gel 4 zarokên xwe Koma Dengê Rojava ava kir û çanda kurd diparêze û stranên şoreşê distrê.

Hunermendê kurd Bawer Rojava yê 57 salî, pişti şerê Sûrî ji bajarê Til Temîrê koç kir û hat li Rihayê bi cih bû. Piştî li Rihayê bi cih bû li gel 4 zarokên xwe Koma Dengê Rojava ava kir. Bawer Rojava bi vê koma ava kiriye stranên şoreşê û têkoşîna Rojava distrê û çanda kurd a berxwedanê diparêze. Bawer Rojava, ji sala 1979’an û heta niha helbestan dinivîse û dike stran. Bawer 3 sal berê ji ber Şerê Sûriyê li gel 5 zarokên xwe koçî Rihayê bû û linavçeya Eyyubiyê bi cih bû. Li gel 4 zarokên xwe Koma Denge Rojava ava kir. Bawer Rojava li gel endamên Komê Arya (15), Kemal (14), Beritan (10), Watha Koçyigit (9) yên zarokên wî ne 2 salin wekî Koma Şoreşa Rojava tev li bernameyên muzîkê dibin. Bawer Rojava, anî ziman ku ew li çar perçeyên kurdistanê heman hestan dijî.

Helbestên şoreşê nivîsandin

Rojava, anî ziman ku dema ciwan bû di nava gelek koman de cih girt û ji sala 1973’an de ligel hunermendên hêja di nava Koma Şoreş de cih girt. Piştî 8 salan di nava koma Şoreş de ma, derbasî Koma Serkeftin bû. Di salên borî de her dem li ser têkoşîn û berxwedana gelê kurd helbest nivîsandin û kirin stran. Rojava, anî ziman ku armanc dike ku her dem çand, berxwedan û têkoşîna kurdan bi muzîk, stran û helbestê xwe biparêze û derbasi pêşerojê bike.

Rojava di helbest û stranên xwe de berîkirin, hezkirin evîn û eşqa xwe tîne ziman. Di salên borî de di Newroza Hesekê de teqîn pêk hatibû. Di teqînê de zaroka 6 salî Lava li gel dayik û bavê xwe hat qetilkirin. Min wê demê ji bo Lava helbest nivîsand. Ji bo şahî, şîn û berxwedanên kurdan neyên ji bîrkirin ez dikim helbest.

Endama Koma Denge Rojava Arya Koçyigit a 15 salî diyar ku ligel bavê xwe strna dibêje û wê ev eşqa muzîkê ji bavê xwe girtiye. Arya, anî ziman ku muzîka kurdî gelek girîng e. Beritan a 10 salî û Watha ya 9 salî anî ziman ku divê her kes di temenê biçûk de fêrî kurdî bibe û stranan bêje. Kemal e 14 salîe jî anî ziman ku kurdî zimanê dayikê ye.

(mae)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN