DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Bi heriyê berhemên hunerî tên afirandin

 
3 Tebax
09:14 2016

RIHA (DÎHA) - Hunermendê seramîkê Abdullah Ozgultekîn bi motîfên dîrokî yên Rihayê, heriya ku çê dike li ser wan xêzên amûrên muzîkên Arfîkaya Başûr dineqişîne, xeyala Ozgultekî ew e ku atolyeya xwe ava ke û rexneyên xwe yên li dijî civakê bi hunera xwe vebêje.

Ciwanê 28 salî Abdullah Ozgultekîn beşa Cam û Seramîkê ya Zanîngeha Dumlupinarê ya Kutahyayê xwandiye, li Rihayê heriya bi derfetên xwe çê dike di torneya xwe de dineqişîne û li ser wan motîfan xêz dike. Ev 10 sal e Ozgultekîn motîfên dîrokî yên bajêr li ser seramîkan dide jiyan kirin, di Navenda Hunera Destan a Kevneşopiyê ya Rihayê de wekî perwerdevan dixebite.

Ozgultekîn li vir seramîkên ku wêneyên destpêka dîroka mirovahiyê yên Xirabreşkê û zanîngeha yekemîn a cîhanê ya Heranê, Quleya Çavdêriyê, mînareya Mizgefta Uluyê û malên Kumbeta Heranê, dîsa gelek amûrên Afîkaya Başûr xêz dike.

‘Ez dixwazim atolyeya xwe vekim’

Ozgultekîn da zanîn ew dixwaze atolyeya xwe ava bike, behemên xwe bixwe biafirîne û bi çavekî rexnegirî ya civakê li hunerê mêze dike û ev tişt got: "Xebatên ku min berê kirine hene. Lê piştî min atolyeya xwe vekir ez dixwazim hêj van bi pêş bixim. Berhemekî minê bi navê 'Jinên Qijik' heye. Ev aydê min e. Ji bo vekirina atolyeyê mesref dixwaze, lê ez ê di demek kurt de bikevim nav hewldanan. Hêj behemên azad û taybet dixwazim biafirînim û pêşengehekî vekim."

Ozgultekîn qala ji heriyê çawa hunerê derdixin jî kir û ev tişt anî ziman: "Dema hûn ji derveyî tornayê bixebitin dê xebat xira bibe. Em li vir heriyê bi şêweyekî din çêdikin. Bi riya qaliban berhemên ku em derdixin jî heye. Destpêkê heriyê hevekî şil dikin û şekil didinê." Ozgultekîn aşkera kir ku berhemên ku çê dikin di nava hefteyekî de tên amadekirin.

(ms)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN