DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Di konferansa HPC-Jin'ê de banga xurtkirina yekîtiyê

 
2 Tebax
16:33 2016

GIRKÊ LEGÊ (DÎHA)- Endama Meclîsa Damezarêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê Foza El-Yûsiv, di 1'emîn Konfransa Hêzên Parastina Civakî ya Jinê (HPC-Jin’ê) de axivî û wiha got: "Em weke jin divê em jinan biparêzin. Divê em yek dest bin da ku em karibin li dijî hemû êrîşan bisekinin û nehêlin ku komkujiya ku li Şengalê pêk hat, dîsa dubare bibe. Ji bo wê divê em xwe ji hemû aliyan ve perwerde bikin. Divê hemû jin, hêza xwe bikin yek û rola xwe ya pêşeng bilîzin û têkoşîna xwe bilintir bikin."

Yekemîn Konfransa Hêzên Parastina Civakî yên jinê (HPC-Jin’ê) ku li Kantona Cizîrê tê lidarxistin, bi beşdariya 250 delegesyonan li Salona Sandîkeya Karkeran a li bajaroka Rimêlan ê girêdayî Girkê Legê, destpê kiribû, didome. Di konfransê de Endama Meclîsa Damezarêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê Foza El-Yûsiv, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Saziyên Civaka Sivîl, YPG/YPJ’ê û Hêzên Asayîşê, amade bûn. Konferansê bi rêzgirtin û hilbijartina dîwanê dest pê kir.

Piştre axaftina vekirinê ji aliyê Endama Meclîsa Damezarêner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê Foza El-Yûsiv ve, hat kirin.

Foza di destpêka axaftina xwe de hemû têkoşerên Şoreşê û Tevgera Azadiya Kurdistanê bi minetdarî bi bîr anîn û got ku Rojava û herêm bi giştî di rewşeke hestiyar re derbas dibe, li vê herêma ku di bin êrîşên çeteyan de ye, jin ji ber zihniyeta desthilatdar rastî kuştin, êşkence, lêdan û tûndiyê tê.

'Em xwe bi riya HPC'ê xwe bi rêxistin dikin'

Foza wihagot: "Em îro bi riya Hêzên Parastina Civakî, xwe bi rêxistin dikin, da ku em karibin pêşengiya xweparastin û parastina civakê bikin û xwe îsbat bikin. Tiştê balkêş di vê hêzê de ew e ku jinên ji hemû temenan cihê xwe di nav de digrin û civaka xwe diparêzin. Ji ber ku civaka me bi xwe, xwe diparêze, wê tu kes nikaribe ku em bi bin bixe."

'Divê em hêza xwe bikim yek'

Foza her wiha banga hevgirtinê li hemû jinan kir û got: “Em weke jin divê em jinan biparêzin. Divê em yek dest bin da ku em karibin li dijî hemû êrîşan bisekinin û nehêlin ku komkujiya ku li Şengalê pêk hat, dîsa dubare bibe. Ji bo wê divê em xwe ji hemû aliyan ve perwerde bikin. Divê hemû jin, hêza xwe bikin yek û rola xwe ya pêşeng bilîzin û têkoşîna xwe bilintir bikin.”

Piştre hin şiroveyên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan der barê parastina civakî de di parazanameyên xwe de nivîsandine, ji aliyê Endama Rêveberiya HPC-Jin’ê Nûda Dêrik ve hatin xwendin û belgefîlmek derbarê hêzên parastina civakî de hat pêşandan.

Tê payîn ku di konfransê de, rêziknameya HPC-Jin’ê jî were xwendin û nirxandin û her wiha meclîsek were avakirin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN