DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Iraq bû welatê komkujiyan

 
2 Tebax
13:58 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - NY'yê bi daxuyaniyekî piştrast kir ku di êrîşên terorî yên ji hêla çeteyên DAIŞ'ê ve li Iraqê hatin kirin de, di meha Tîrmehê 759 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Piştî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di sala 2003'yan de di bin navê 'demokrasiyê' de mudaxaleyî Iraqê kir, di 13 salên dawî de tu carî 'demokrasiya' ku hêzên navneteweyî behes dikirin nehat Iraqê, şer û tundiya li Iraqê jî bi dawî nebû. Her roja ku derbas dibe şerê li Iraqê dijwartir dibe, di êrîşên terorî yên çeteyên DAIŞ'ê di meha Tîrmehê de pêk anîn, 759 kesan jiyana xwe ji dest da û hezar 207 kes jî birîndar bûn.

NY: Bi sedan kes mirin

Li gorî daxuyaniya Misyona Alîkariya Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di meha Tîrmehê de ji dervî bajarê Anbarê, li Iraqê 759 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar 207 kes jî birîndar bûn.

Ji van kesên di meha Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dane, 629'ê wan sivîl in, ji birîndaran jî hezar 61 dîsa kesên ji sivîlan pêk tên.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN