DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

'Jin dê bi berxweane dorpêça têlan xera bike'

2 Tebax
13:30 2016

MÊRDÎN (DÎHA) - Koordînasyona Jinê ya Nisêbînê ku di nava xebatên avakirina Nisêbînê de cih digirin, daxuyanî dan û diyar kirin ku jin dê bi berxwedana xwe dorpêça têlan a li ser 6 taxan xera bikin. Jinan bang li her kesî kir ku têkevin nava tevgerê.

Li navçeya Nisêbinê ya Mêrdînê piştî dorpêça 134 rojan li ser çend taxan bi dawî bû, avakirina jiyana nû jî dest pê kir. Bi deh hezaran welatî vegeriyan taxên xwe û dest bi avakirina cih û warên xwe yên ku dewletê xerakirine kirin. Koordînasyona Jinê ya Nisêbînê ku di nava xebatên avakirina Nisêbînê de cih digire, daxuyanî dan. Jinan, diyar kirin ku hêj dorpêça li ser 6 taxan bi têlan berdewam dike. Jinan bang li hemû jinan kir ku li dijî dorpêçê têkevin nava tevgerê. Jinan anîn ziman ku li hemû cih û warên ku zext, zilm û zordarî hebe berxwedan heye û li dijî zalma kral, tiran û dîktatoran a faşist berxwedanên mezin derketine pêş. Jinan da zanin ku îro li Nisêbînê jî dîsa li dijî zilmê berxwedan bi ser ketiye û dîroka berxwedanê ji nûve tê nivîsandin û wiha got: "Bi tang, top û çekên giran 5 mehan êrîşen giran pek anîn. Lê gelê Nisêbînê berxwedanek dîrokî nîşan daye. Wekî gelê Sûr, Cizîr, Hezex û Geverê li bajarên xwe xwedî derketiye. Jinên Nisêbînî diyar kirin ku wan dorpêça ewil bi tilîlîyên xwe şikandin. Em ji niha û şûnde ji dê wekî Rahşan û Sêvêyan li Nisêbînê berxwedana xwe mezintir bikin."

Koordînasyonê destnîşan kir ku li 6 taxan 45 hezar mirov dijî û warê 45 hezar mirov tê xerakirin û rûxandin. Li 9 taxan vegerê des pê kir û hêj li 6 taxan dorpêç berdewam dike û wiha got: "Em bang li hemû gelê xwe dikin ku em bi hevre dorpêça li ser van taxên xwe rakin. Dîsa ji bo pêdiviyên tenduristî, zexire û cihwarbûnê divê her kes destê hevkariyê dirêj bike. Ev berpirsiyarî û erka me ye. Divê em be hevre Kampanya Xwehbira mezin bikin. Ji bo em dorpêça li ser 6 taxan rakin em bi taybetî bang li hemû jinên cîhanê dikin ku her cureyên çalakiyan pêş bixin û dengê xwe bilind bikin."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN