DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Xeyala xwe ya zaroktiyê li Mala Gel pêk anî

 
2 Tebax
09:06 2016

ÊLIH (DÎHA) - Malên Gel ên di bin banê Şaredariya Êlihê 9 sal in xebatên xwe didomîne ji zarokên 7 salî heta mezinên 50 salî digihîne xebatên çand, huner, sporê. Li Malên Gel ên ku hemû kes herî kêm hînî amûrekî dibin Kezîban Kaytar a 50 salî diyar kir ku wê xeyala xwe ya zaroktiyê pêk aniye.

Li Mala Gel a Mûsa Anter a Êlihê ya girêdayî şaredariyê perwerdehiyê Wêne, folklor, gîtar, tebûr, erbene û sporê tên dayîn. Li Mala Gel 217 kes perwerde dibin û ji zarokên 7 salî heta mezinên 50 salî perwerde dibînin. Ji 2007'an heta niha bi hezaran kes perwerde bûn. Kursên ku di bin banê Şaredariya Êlihê de tên dayîn bê pere ne. Jibilî vê 200 zarok û 250 mezin jî têkîldarî bandorên şîdetê ji aliyê psîkologan ve tên perwerdekirin.

'Ez ê hînî zarok û cîranên xwe bikim'

Di nava kesên ku kurs dibînin de ya herî balê dikişîne Kezîban Kaytar a 50 salî ye. Kaytar anî ziman ku dema ciwan bûye gelek xwestiye tembûrê hîn bibe lê derfet nedîtiye niha kursê dibîne û wiha axivî: "Ez li vir stresa xwe davêjim û hînî çanda xwe dibim. Bi zarokên 7-8 salî ve tembûrê hîn dibim. Tiştên ku li vir hîn dibim ez ê jî hînî zarok û cîranên xwe bikim."


'Ji bo hînî çanda xwe bibin tên'

Hunermendê Navenda Çanda Mizgîn a Êlihê Welat Kurtar a ku li Mala Gel 5 sal in kursa temburê dide têkîldarî xebatên xwe agahî da. Kurtar anî ziman ku eleqeyeke mezin ji bo kursan heye û wiha axivî: "Yek ji armanaca welatiyên me yên tên kursan jî ew e ku hînî çand û hunera xwe dibin. Em jî çiqas ji destê me tê alîkariya kursiyeran dibin."

'Salê du caran kurs tên vekirin'

Kurtar bilêv kir ku 6 mehên ewil ên salê dersên bingehîn didin, 6 mehên piştre jî ji bo pisporiyê dersan didin. Kurtar diyar kir ku ji sedê 60 bi ser dikevin û wiha got: "Xwendekarên me yên ku tên hînî amurekî dibin. Armanca me ya bingehîn ew e ku her kesê ku tên vê derê hînî amûrekî bibin e."

'Ji zarokê 7 salî heta dayikên 50 salî...'

Kurtar da zanîn ku jibilî zarokan dayikên 50 salî jî tên kursan û wiha berdewam kir: "Dema ku dayikên tên kursan dibînim dikevim heyecanê. Ji her temenî mirov tên vê derê. Ev jî nîşan dide ku welatiyên me çiqas dixwazin hînî çanda xwe bibin."

'Xwarin û vexwarin çi be çand jî ew e'

Kurtar got ku çand û huner hebûna gelekî ye û wiha axivî: "Heke ziman, çand û hunera gelekî tunebe ew netewe jî dê tune bibe. Heke tu bixwazî gelekî tune bikî divê tu çanda wî tune bikî. Çand ji bo gelekî xwarin û vexwarin e. Çawa mirov nikare bêxwarin û bêav bijî bêçand jî nikare bijî. Nikare hebûna xwe bidomîne."


Kurtar anî ziman ku li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê we jî bi taybetî çanda kurd fêrî ciwanan dikin, ji ber ku ciwan pêşeroj in ew hişmendiya çandê didin wan. Kurtar got ku jixwe ciwan jî eleqeyê nîşanî çanda xwe dikin.

'Em ê çanda xwe ya cewherî ava bikin'

Kurtar pêşniyara "Ne çanda sîstemê çanda xwe û zimanê xwe pêş bixin" kir got ku li Êlihê girêdayî şaredariyê 4 malên gel hene û banga tevlîbûna kursan li ciwanan kir. Kurtar axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em li dijî sîstemê ancax çanda xwe ya cewherî bi vî rengî dikarin ava bikin û biparêzin."

(sa)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN