Îxracat pûç bû
ENQERE (DÎHA) - Li gor daneyên Meclîsa Îxracatkarên Tirkiyeyê, di meha Tîrmehê de îxracat li gor heman mehê ya par rêje ji sedî 18,7 ket û bû 8 milyar û 779 milyon dolar.
Meclîsa Îxracatkarên Tirkiyeyê (TÎM) daneyên xwe yî Tîrmeha 2016'an daxuyandin. Li gor daneyan, rêjeyên îxaracata Tîrmehê, li gor daneyên heman meha 2015'an rêje ji sedî 18,7 ketiye û bûye 8 milyar û 779 milyon dolar. Di meha Tîrmehê de herî zêde îxracat, bi milyar û 727 milyon dolarî ji hêla endustriya otomotîvê pêk hatiye û li pêyî wê bi rêzê sektora cil û berg, konveksiyon û maddeyên kîmyewî cih digirin.
Di 7 mehên salê yên ewil de, li gor heman serdema 2015'an bi ketineke rêje ji sedî 4,9'an 80 milyar û 447 milyon dolar îxracat pêk hatiye û di 12 mehên dawî yên li gor serdema berê bi ketineke rêje ji sedî 6,1'î 139 milyar û 723 milyon dolar îxracat pêk hatiye.
(red)