DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Cîhan

Helîkoptereke Rûsyayê li Îdlibê hat xistin - HATE NÛKIRIN

 
1 Tebax
13:40 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Hat diyar kirin ku li bajarê Îdlibê ya dikeve bakur rojhilatê Sûriyeyê, helîkoptereke Rûsyayê ya bi tîpa Mî-8 hatiye xistin û kesên tede jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî agahiyên ku ji hêla Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ve hat dayîn de helîkoptereke wan a bi tîba Mî-8 di 1'ê Tebaxê (îro) de dema ji bajarê Îdlibê vedigerî Helebê û alîkarî dibir, dema dihat balafirgeha Hmeymîmê hatiye gulebarankirin û ketiye xwarê. Berdevkê Kremlîn daxuyanî da û aşkera kir ku kesên di helîkopterê de jiyana xwe ji dest dane.

Hemûyan jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Parastinê der barê kesên di helîkopterê de jî agahî da û aşkera kir ku di helîkopterê de 3 peywîrdar û 2 leşkerên agirbesta li Sûriye û Rûsyayê dişopandin dî di helîkopterê de bûne. Berdevkê Kremlîn, Dmîtriy Paskov piştre der barê aqubeta kesên di helîkopterê de jî agahî da û piştrast kir ku hemûyan jiyana xwe ji dest dane. Kremlîn di dewama daxuyaniya xwe de ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN