DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jinên Rihayî: Ji bo Aştiyê azadiya Ocalan divê

 
1 Tebax
10:37 2016

RIHA (DHA) - Jinên Rihayî yên ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Nobeta Azadiyê digirin diyar kirin ku ji bo aştiyek mayinde divê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bibe.

Nobeta Azadiyê ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Navenda Rihayê û 5 navçeyên Rihayê di roja 7'an de berdewam dike. Nobetên Azadiya Ocalan ku li Navçeya Navendî ya Eyûbiye, Pirsûs, Wêranşar, Girê Sor, Xelfetî û Hewagê berdewam dikin rastî eleqeyek mezin tên. Di nobeta li Navçeya Eyûbiyê ya Rihayê Wekîla HDP'ê ya Rihayê Dilek Ocalan amade bû. Nobet saet di navbera 20.00 û 24.00'an de tê li darxistin. Di nobetê de jin, zarok, ciwan kal û pîr bi sedan kes kom dibin û azadiya Ocalan dixwazin. Kom, li qadê siloganên "Bê Serok jiyan nabe", "Biji Serok Apo" berz dikin.

'Ocalan rêberê hemû bindestan e'

Nobedara Azadiya Ocalan Hanim Tutal, bang li ciwanan kir û xwest hemû kes dakevin kolanan û tev li çalakiya Nobetê bibin. Tutal, anî ziman ku ew dixwazin tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û wiha got: "Em ji bo azadiya Rêberê xwe li vir in. Em dixwazin tecrîda bi salan e li ser gelê kurd û serokê me bi dawî bibe. Ocalan ne tenê rêberê gelê kurd, rêberê hemû bindestan û gelê Cîhanê ye."

Nobeta Azadiya Ocalan Ayşe Hakli jî anî ziman ku ew ji bo aştiyek mayinde li vir in û wiha got: "Em ji bo aştiyê li vir in. Aştî ancak bi azadiya Ocalan pêkan e. Ger ku Birêz Ocalan azad bibe dê aştî jî pêk bê. "

Nobeta Azadiya Ocalan Feride Polat jî bertekên xwe yên li dijî tecrîdê anî ziman û wiha got: "Em ji ewlehî û tenduristiya Ocalan bi fikar in. Em aştiyê dixwazin. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Ji bo aştiyek mayinde divê tecrîd rabe û Ocalan azad bibe."

Nobeta Azadiya Ocalan bi muzîk, bernameyên cuda her roj didome.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN