DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jin li dijî darbeyan derketin kolanan

 
31 Tîrmeh
20:02 2016

STENBOL (DÎHA) - Meclîsên jinê yên KJA, HDK û HDP'ê li dijî darbe, OHAL'ê derketin qada Kadikoyê û mîtînga "Em li dijî darbeyan azadiya xwe diparêzin" pêk anîn.

Meclîsên jinê yên KJA, HDK û HDP'ê li dijî darbe, OHAL'ê li qada Kadikoyê mîtînga "Em li dijî darbeyan azadiya xwe diparêzin" pêk anîn. Bi sedan jin bi rengê xwe yên xweser tev li mîtîngê bûn û daxwazên xwe qêriyan. Jinên li qadê kom bûn li ber muzîkên rengîn govend gerandin. Dîsa li ser pankart û dowîzan daxwazên xwe anîn ziman. Wekîlên HDP'ê yên Stenbolê Huda Kaya, Filiz Kerestecioglu, Pervin Buldan, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yüksekdag, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyigit tev li mîtîngê bûn. Jinan li qada mitîngê pankartên li dijî tundî, darbe, OHAL, kuştin û desthilatdariyamêr daxwazên xwe nivîsandin. Jina li qada mîtîngê bê navber siloganên "Jin jiyan azadî" û "Li dijî darbeyan azadî li kolanan e" berz kirin.

Berdevka HDK'e Gulistan Koçyigit û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag di mîtîngê de axaftin kirin.
Berdevka HDK'ê Gulistan Koçyigit, diyar kir ku li vî welati deriye aştiye bi azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkan e û wiha got: "Jin her dem li dijî darbeyan in. Li vî welatî mafê azadî, heq û hiqûqa jinê tune ye. Yê herî zêde nirxên aştiyê zane Dayikên Aştiyê ne. Li vî welatî aştî bi Azadiya Birêz Ocalan pêkan e.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag jî anî ziman ku ew her dem li dijî hemû cureyên darbeyan in û wiha got: "Em dê her em li dijî zilm, neheqî û cudakariyê rawestin. Jin dê tu carî serî li hemberî tundî u zilmê serî danine û têbikoşe. Darbe bi hişmediya mêrê serdest pêk hat. Li her qada jiyanê li dijî jinan cudakarî tê kirin. Em dê li dijî darbekar û zilmkarna rê li pêş siyaseta demokratîk vekin. Em dê li dijî hişmeniya serdest û darbekar hêza jinê ya demokrasî û aştiyê dînin holê. Em ji bo demokrasî û azadiyê mil bidin mil."

Yuksekdag, herî dawî diyar kir ku dê li diji şer û îktîdarê jibo aştî û demokrasiyê ji bo azadiyê li qadan bin û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Yên destur dan ku tang têkevin bajarên Kurdistanê îro tang derketin pêşberî wan jî. Darbe ji kê tê bila bê em li dijî darbeyan in. Divê demokrasî ji bo her kesî be. Ger ku hûn jinan di malê de hepis bikin û rê li pêş hemû pergala darbeyan vekin dê dabe li diji we ji pêk bê. Vê hişmendiya îxtîdarê li her derê rêya darbeyan vekiriye. Hêj AKP- Qesrê derst ji darbeyan dernexistiye. Li cihê ku demokrasi tune be darbe heye. Li cihê mafên mirovan, heq û hiqûq tune be darbe heye.
Em ancak hurmetê nîşanî hemû cudahî, reng bawerî û nasnameyan bidin ku me bi hevre bijîn. Ger ku em vê yekê nekin em nikarin xwe ji şer rizgar bikin."

Ji bo 3'ê Tebaxê bang

Yuksekdag, herî dawî xwest 3'ê Tebaxê wekî li dijî komkujiya Jinê Roja Çalakiya Navneteweyî ilan bikin û bi cilên sipî dakekein qadan û got: Em silavên xwe ji jinên li dijî hovîtiya DAIŞ'ê şer dikin re dişînin. Em li ku dibin bila bibin divê em li her derê li dijî hovîtî û hişmendiya mêrê serdest tebikoşin. Em dê li her derê û her dem li dijî hişmendiya serdest têbikoşin. Em dibêjin jina di ber xwe dide û têdikoşe dê bi ser bikeve. Dê vîna jina tekoşer bi ser bikeve. Em dîsa dibêjin li dijî 3'ê Tebaxê Komkujiya jinê her kes dakevin qadan û 3'ê Tebaxê Roja li dijî Komkujiya Jinê Roja Çalakiya Navneteweyî" cilên sipî li xwe bikin û dakevin qadan."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN