DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Komxebata bazara alternatîf dest pê kir

 
31 Tîrmeh
12:41 2016

AMED (DÎHA) – Komxebata Pazara Herêmî ya Alternatif ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo pirsgirêkên aborî yên li Kurdistanê amade kir, dest pê kir.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo pirsgirêkên bazara herêmî, bi taybet jî bazara Amedê û ji bo kirîza aborî ya li herêmê bazarên alternatîf pêkbîne komxebatek li darxist. Komxebata ku endamên komusyona ekonomiyê yên Kongreya Civakên Demokratîk (KCD), xebatkarên Şaredariya Bajare Mezin a Amedê û esnafên Amedê amade bûn li Salona sînema ya Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn dest pê kir.

Axaftina vekirinê Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Necatî Pirinççioglu kir. Pirinççioglu giringî û wateya komxebatê nirxand û wiha got: “Di rewşa kirîza ekonomî ya ku li Tirkiye yê tê jiyîn em bi esnafan re hatin cem hev û me pêwîstî û pirsgirêkên ekonomî nîqaş kir. Ji bo vê jî pêwîstî bi komxebatekî hat dîtin.”

'Aboriya li Kurdistanê di destê kesên din de ye'

Pirinççiolgu anî ziman ku li herêma Kurdistanê pirsgirêkên çavkaniyan tune ye, lê ji ber ku aboriya Kurdistanê bi destê hinek kesên ji derve tê rêvebirin hilberîn lê nayê pêşxistin. Pirinççioglu da zanîn ku cihek wekî Amedê xwezaya wê ji bo helberînê destdayî bûye cihê xerckirinê, hertim tişt ji bajarên derdor tên Amedê û tên firotin û gotinên xwe wiha bi dawî anî: “Emê îro nîqaşa çawan bikaribin bazara xwe bi xwe avabikin nîqaş bikin.”

Piştî axaftinê komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam kir. Li gor bernameya komxebatê berî nîvro dê “Ji modelên bazarên cîhanê” ji aliyê Roj, “Bazara ekonomiyê ya demokratîk û komînal” ji aliyê Mehmet Cengîz ve bên pêşkêşkirin. Piştî nîvro nîqaşa bazara Amedê bê kirin.

(kom/mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN