DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Uguz: Pêdivî ji yekîtiyek xurt a jinan heye

 
31 Tîrmeh
12:35 2016

DERSIM (DÎHA) - Aktîvîsta Hewldana Jinê ya Ji Bo Aştiyê Filiz Uguz, diyar kir ku di şer de herî zêde jin dibe hedef û ev şerê li dijî jinê birdozî û polîtîk e. Uguz, anî ziman ku li dijî şerê li Tirkiye pêdivî bi yekîtiyek xurt a jinan heye.

Şêrê AKP'ê û Qesrê ku salek berê li Kurdistanê da destpêkirin her ku diçe belav dibe. Di şer de herî zêde mafê jinan tê binpêkirin. Piştî hewldana darbeyê OHAL hat îlankirin. Bi îlana OHAL'ê binpêkirina mafan zêde bû. Qedexe, sansur, astengî û zextên li ser mafên mirovan jî zêde bûn. Herî zêde astengî û zextên li ser jinê zêde bûn. Aktîvîsta Hewldana Jinê ya Ji Bo Aştiyê Filiz Uguz, îlankirina OHAL'ê û bandora wê ya li ser jinan nirxand. Uguz, diyar kir ku di şer de herî zêde jin dibe hedef û ev şerê li dijî jinê birdozî û polîtîk e. Uguz, anî ziman ku li dijî şerê li Tirkiye pêdivî bi yekîtiyek xurt a jinan heye.

'OHAL hemû jinan dike hedef'

Uguz, anî ziman ku jin li dijî êrîş û pergala şer a dewletê derdikevin û ev têkoşîna jinê pergalê ditirsine û wiha got: "Ji bo vîna jinê bişkîne û civakê bitirsîne bedena jinê teşîr dike. Êrîşên zayendî pêk tîne. Bi rêk û pêk êrîşên xwe didomîne. Jina kurd bi salan e di bin OHAL'ê de dijî. Rastî binpêkirina pergala OHAL'ê tê. Her çend wekî ku OHAL li dijî hewldana FETO hatibe îlankirin jî dîsa dê zext, binpêkirin û tundîya li ser civakê zêde bibe. Bi OHAL'ê hemû jinan dikin hedef.

'Pêwiste jin baş pêvajoyê tahlîl bikin'

Uguz, xwest jin pêvajoyê baş tahlîl bikin û polîtîkayên dewletê baş bibînin û wiha got: "Divê jin li hemberî hemû geşedanan xwe baş bi rêxistin bikin. Dewlet bi OHAL'ê dixwaze qadan li jinan bigire. Dixwaze jinan ji nava qadên jiyanê bikişîne. Hewldanên Hevdîtinên jinan a Meclîsa Jinê ya HDP'ê pêk tên. Lê ev têr nake. Mîtîng girîng in. lê li hemberî van geşedanan bêtir pêdivî bi yekîtî û rêxistinbûna jinan heye. Divê jin di her qada jiyane de dakevin kolanan û yekîtî û rêxistina xwe xurt bikin. Bi taybetî di vê pêvajoyê de pêdivî bi yekîtî û rêxistinbûnek xurt ya jinan heye. "

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN