DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Hem ava dikin hem nas dikin

 
31 Tîrmeh
09:04 2016

ÎDÎR (DÎHA) - Şaredariya Qulpê ya Îdirê bi boney ked û hunera jinê bê dîtin, Mala Piştevanî û Hilberînê ya Jinan vekir. Jinên li vir dixebitin hem ava dikin û hem jî hev nas dikin.

Şaredariya Qulpê ya Îdirê bi boneya ked û hunera jinê bê dîtin û piştevanî û şêwirmendiya jinan xwurt bikin li navçeya Qulpê Mala Piştevanî û Hilberînê ya Jinan vekir. Jinên li vir dixebitin hem ava dikin û hem jî hev nas dikin. Jinên ku li vir dixebitin hem debara xwe dikin, hem ava dikin û hem jî hev nas dikin û piştevaniyê xurt dikin. Mala Piştevanî û Hilberînê ya Jinan ku di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de hat vekirin, jin bi hevre berhemên destan ava dikin û berhemên nû pêş dixin. 45 jinên li vir dixebitin, li aliyekî debara xwe dikin, li aliyê din dibin xwedî pişe û huner. Mala Piştevaniye li aliyekî pişeyê dirûna nexş fêr dike, li aliyê din çîçek û fîgurên rezger fêr dike. Li vê derê tê armanc kirin ku piştevaniya nava jinan xurt bike û jin bibin xwedî pîşe. Dîsa dixwazin ked û hunera jinan bê ditin û Jinên li vir fesal û nexşan çê dikin li ser laçik, destmal, cil û amûrên xemlê desenan çê dikin û li dikana şaredariyê didin peşandan û difiroşin.

Jina bi navê Gulşen Akpolat, anî ziman ku Mala Piştevaniye hem şêwirmendiyê xurt dike û hem jî jin li vir dibin xwedî kar û pîşe û ji bo jinan derfetên gelek baş e. Li qursa dirûnê 15 kes, li kursa çîçekan jî 30 kes dixebitin. Akpolat ku di kursa dirûnê de dixebite da zanîn ku li vê kargeriyê destmal, berdilkên kîllerê çê dike û hilberînê dikin." Hatice Parlak ku di Kursa hilberîna çîçekan de dixebite jî anî ziman ku anî ziman ku ji ber di vî karî de dixebite kêfxweş e.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN