Piştgiriya ji bo kedkarên ji kar hatin avêtin zêde dibe
STENBOL (DÎHA) - Karkerên paqijiyê yên ku endamên sendîkayê bûn ji kar hatin avêtin. Platforma Piştgiriyê ya bi Berxwdêrên Avcilarê re, piştgirî dan karkerên paqijiyê û aşkera kirin ku heta berxwedan bidome ew ê jî piştgirî bidin.
Karkerên paqijiyê yên ji ber sendîkayî bûn, ji hêla Şaredariya Avcilarê ya CHP'ê ve ji kar hatin avêtin. Li ser karavêtinê karkeran dest bi berxwedanê kir, berxwedana karkeran her ku diçe piştgiriyê dibîne. Gelek partî, rêxistinên sivîl û derûdorên kovarê jî di nav de bi giştî 36 sazî li di bin navê Deklarasyona Platforma Piştgiriyê ya bi Berxwdêrên Avcilarê re li ber Lîseya Galatasarayê li hev civiyan û daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Heke karê bi ewle nebe, beyî sendîkabûnê demokrasî nabe! Karkerên paqijiyê yên ji Şaredariya Avcilarê hatine avêtin bila ji nûve hildin kar! Xebata taşronî bila bê qedexekirin" hat vekirin û bi dirûşman piştgirî dan berxwedana karkeran.
Daxuyaniya ku ji hêla Berdevkê Aliyê Ewropayê ya Sendîkaya Derîteksê Veysel Arslan ve hat xwendin de hat diyar kirin ku fatûraya krîzê ji karkeran tê derxistin û bal kişandin ser hovîtiyên li bajarên kurdan pêk tên. Arslan got "Li gelek bajarên wekî Cizîr, Sûr, Nisêbîn û hwd. mal û kargeh hatin rûxandin, çekên kîmyawî hatin bi kar anîn. Hişmendiya faşîzan her dem xwe bi van riyan dide der."
Arslan aşkera kir ku şaredariya CHP'ê nêzikatiya xwe ya çînî daye nîşan û krîza welat ji bo xwe wekî derfetê bi kar tîne.
Arslan aşkera kir ku ew heta dawiyê li gel karkerên sendîkavan in û ev tişt got: "Heta hemû karkeran negirin kar dê ev berxwedan bidome, em ê heta dawiyê vê hişmendiya faşîzan teşhîr bikin û piştgiriya ji bo karkeran bidomînin."
(ms)