Jin bo parastina azadiyê sibê li Kadikoyê ne
STENBOL (DÎHA) - Jinên kurd, sosyalîst û femînîst dê li dijî derbeyan li Qada Îskeleyê ya Kadikoyê ya Stenbolê azadiyê biqîrin. Mitînga dê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî beşdar be, dê jin bi rengên xwe di mitîngê de azadiyê biqîrin.
Li dijî derbeya leşkerî û OHAL'ê jin sibê saet di saet 17.00'an de li Kadikoyê derkevin qadan û azadî û demokrasiyê diqîrin. Hevdîtina bi sernavê "Em li dijî derbeyan azadiyê diparêzin" di pêşengtiya Meclisa Jinên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Meclisa Jinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Meclisa Jinan a Kongreya Jinên Azad (KJA) de pêk tê, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî beşdar dibe.
Berî pêkhatina mitîngê jinan bang li hemcinsên xwe kirin û xwestin hemû jin bi reng û dengên xwe beşdarî şahiyê bibin.
Endama Koordînasyona Jinên Navendê ya HDP'ê Îlkay Yenîgun, da zanîn derbeya ku hewl da pêk bê, ne li dijî AKP'ê li dijî vîna gel pêk hatiye. Yenîgun aşkera kir ku ew wekî jin hem li dijî derbeya leşkerî û hem jî li dijî OHAL'ê ne, ji bo wê ew ê her dem li qadan têkoşîna xwe berdewam bikin.
Divê jin li dijî serdestiyê têbikoşin
Berdevka Koordînasyona Bajêr a KJA'yê Fîlîz Çakir, destnîşan kir ku di 14 salên AKP'ê de rêveberiyeke nijadperest û zayendî xwe daye der, jin li dijî vê hişmendiya serdest bi salan e li qadan têkoşîn daye. Çakir bang li jinan kir sibê li Qada Îskeleyê li dijî debeya leşkerî û OHAL'ê azad û û demokrasiyê biqîrin.
(ms)