DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jin ji bo demokrasî û azadiyê dê biherikin Kadikoyê

 
29 Tîrmeh
13:04 2016

STENBOL (DÎHA) - Dê di pêşengtiya HDP, HDK û KJA'yê de roja yekşemê li Kadikoya Stenbolê mitînga "li dijî derbeyê em azadiyê diparêzin" bê li darxistin. Bang li jinan hat kirin ku beşdarî mitîngê bibin.

Dê roja yekşemê li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê ji hêla Meclisa Jinên HDP, Meclisa Jinên HDK'ê û KJA'yê ve mitînga "Li dijî derbeyê em azadiyê diparêzin" bê li darxistin. Der barê mitînga ku dê li Qada Îskeleyê ya Kadikoyê bê li darxistin de, li avahiya HDK'ê daxuyanî hat dayîn. Di civînê de Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Aysel Guzel axivî û diyar kir ku dê jin li dijî derbeyê, dê daxwaza azadî, demokrasî û aştiyê bikin, bang li tevahiya jinan hat kirin ku qadê bikin cihê berxwedanê.

Guzel di dawiya axaftina xwe de aşkera kir ku dê mitîngê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî beşdarî mitînga li Kadikoyê bibe û diyar kir ku xebatên ji bo mitîngê li tevahiya navçe û navendên Stenbolê didomin.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN