DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

KJA'yê banga tevlêbûna kongreyê kir

 
29 Tîrmeh
11:55 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Koordînasyona Bajar a KJA ya Îzmirê ji bo kongreya asayi ku sibêli Îzmirê pêk bîne bang li hemû jinan kir ku tev li kongreyê bibin. Endama KJA'yê Dîlan Akpolat, xwest her kes bi ruhê avakirina jiyana civakî tev li kongreyê bibin.

Koordînasyona Bajar ya Kongreya Jinên Azad (KJA) ya Îzmirê dê sibê saet di 11.00'an de bi şîara "Em dê bi azadiya Rêbertiyê berxwedanên cewherî bi tac bikin" li Navenda Çanda Mezopotamya yekemîn kongreya xwe ya asayî pêk bîne. Berî kongreyê KJA'yê bang li hemû jinên Îzmirê kir ku tev li kongreyê bibin. Endama KJA'yê Dîlan Akpolat, xwest her kes bi ruhê avakirina jiyana civakî tev li kongreyê bibin. Akpolat, xwest li dijî hişmendiya mêrê serdest a 5 hezar salan bi ruhê Sara, Beritanan bi nasnameya azad a jinê tev li kongreyê bibin. Akpolat, da zanîn ku wekî KJA sibê yekem kongreya xwe ya asayî pêk tinin û xwest hemû jin bi hevre têkoşîna xwe bilind bikin."

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN