DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

'Çareseriya demokratîk a li dijî derbeyan li Îmraliyê ye'

 
29 Tîrmeh
09:08 2016

STENBOL (DÎHA) - Jinan diyar kir ku dê têkoşîna li dijî derbeya leşkerî û sivîl jin bilind bikin û aşkera kirin ku çareseriya aştiyane û demokratîk li Îmraliyê ye, hat xwestin ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin.

Piştî heldana debeyê û îlan kirina OHAL'ê ji hêla sazî û berdevkên rêxistinên jinan ve tê şermezar kirin. Jinan diyar kir ku ew hem li dijî derbeya leşkerî û hem jî ya sivîl in. Jinan bal kişand ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û hat gotin ku piştî hewldana debeyê, fikarên der barê Ocalan de gelekî zêde bûne û hat xwestin hevdîtina bi Ocalan re bê saz kirin.

Berdevka Meclisa Jinên Sosyalîst Pinar Turk, diyar kir ku ew dê li dijî derbe û OHAL'ê li qadan bin. Turk bi lêv kir ku hewldanên antî-demokratîk dê bi rêxistin kirina jinê ji holê bên rakirin. Turk der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de jî axivî û destnîşan kir ku Ocalan bi pêşdîtinên xwe rê dide pêşiya rojevê, divê hevdîtinên bi Ocalan re bên saz kirin.

'Dê jin di eniya herî pêş de bin'

Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Şafak Ozanli, piştrast kir di hewldana derbeyan û serdema OHAL'ê de beşên herî zêde bi zextan re rû bi rû dimînin jin in û ev tişt got: "Wekî di hemû qadê de, dê di demokrasiyê de jî jin pêşengtiyê bikin." Ozanli got ku li dijî derbeyê, demokrasî û aştî li Îmraliyê ye û aşkera kir ku hemû raya giştî ya kurd der barê tenduristiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de fikaran dijî. Ozanli got "Kesê aştiyê bîne Rojhilata Navîn Birêz Abdullah Ocalan e. Divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin."

'Em ê têkoşînê bilind bikin'

Endama Meclisa Jinên Kongreya Demokratîk a Gelan Benazîr Coşkun, bi lêv kir ku di 14 salên AKP'ê de jin hatine wêder kirin. Coşkun da zanîn ku dê di hemû qadan de jin li dijî OHAL'ê derkevin. Coşkun destnîşan kir ku divê demil dest tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û di demek zû de hevdîtin bên sazkirin.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN