DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Endamê Egîtin Senê: Ya rast derbe niha pêk tê

 
29 Tîrmeh
09:03 2016

ERZÎROM (DÎHA) - Endamê Egîtîm Senê Halîl Top yê di Midûryeta Perwerdeya Mîllî ya navçeya Norgehê ya Erziromê de memûr e, têkiliya wî bi DHKP-C'ê re danîn û bi îdiaya "endamê rêxistinê" ye ji kar hat avêtin. Top got armanca wan ew e beşên muxalîf bêbandor bikin.

Piştî hewldana derbeyê li gelek herêman operasyon hat destpêkirin û bi hezaran kes ji kar hatin avîtin. Di çarçoveya operasyonên hatin destpêkirin de Endamê Egîtîm Senê Halîl Top yê di Midûryeta Perwerdeya Mîllî ya navçeya Norgehê ya Erziromê de memûr e, bi îdiaya têkiliya wî bi DHKP-C'ê re heye ji kar hat avêtin.

Top bi lêv kir ku ew berê jî bi heman îdiaya hatiye tewambarkirin, ji biryara hatiye dayîn re ecêb nemaye û ev tişt got: "Min destûra xwe ya salê bi kar tanîn. Midûrê Perwerdeya Mîllî ya Norgehê xwest ez bêm ser peywîra xwe. Ez di 25'ê Tîrmehê de hatim ser kar. Vê carê jî gotin tu ji kar hatî avêtin û ewraqên min dan destê min."

'Armanca wan me bêbandor bikin'

Top piştî ji kar hat avêtin daxwaznameya itirazê da, da zanîn ku bi tu rêxistinê re tekiliya wî tune, ji ber ku di xebatên sendîkayên şoreşger de cih girtiye ew ji kar hatiye avêtin, armanca pêvajoya heyi ew e beşên muxalîf bêdeng bikin. Top bi lêv kir ku aşkera kir ku ew hem endamê KESK'ê û Egîtim Senê, hem jî endamê Eniya Kerkerên Cemaweriyê ye û ev tişt got: "Têkoşîn bi vê re sînor e. Ji ber ku pergala faşîzmê nikare çalakiyên demokratîk têk bibe, bi van riyan dixwaze memûrên muxalîf û karkeran hedef bigire, kirasê vê jî derbeya FETO'yê hat nîşandan."

Top herî dawî destnîşan kir ku dê tu ceza wan têk mebe û ew dê gavekî jî bi paşve nevêjin.

(ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN