DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê dest pê kir

 
28 Tîrmeh
22:55 2016

DERSIM (DÎHA) - 16'emîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Munzuê bi beşdariya pîr û dayikên elewiyan bi dia û gulbangan dest pê kir.

Îsal 16'emîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê li Jara Gola Çeto, bi beşdariya pîr û dayikên elewiyan bi diayan dest pê kir. Bi sedan kesên li Jara Gola Çeto hati gel hev, di hizûra pîr û dayikan de Diayê Qadê xandin. Bi Gulbangên re Çera hatin şiyarkirin û mihrîcanê dest pê kir. Bi Çaran le çira hatin pêxistin, dayikan hêviyên dile xwe anîn ziman û zêmar berz kirin.

Menşure Dogan a ji Ocaxa Derwêş Cemal di gotobêjê de axivî û di riya heq de behsa jinê kir. Dogan bi lêv kir ku di şeva ku cem tê gerandin de, dê baweriya xwe bidin jiyan kirin. Dogan aşkera kir ku ew ji dîrkê heta niha gelek caran bi zilmê re rû bi rû mane.

Pîrê Ocaxa Seyîd Seyfettîn Hasan Sonmez jî li ser heqîqet û zayîna heqîqetê nirxandin kirin. Sonmez aşkera kir ku heqîqet di dilê mirovan de ye û ev tişt got: "Heqîqeta meya pêşeroj û paşerojê heye. Di cîhanê de gelek tişt guherî, lê bawerî neguherî."

Ji Ocaxa Pîr Sevdînê Pîr Riza Katurman destnîşan kir ku dema Dersim tê gotin, komkujî tê bîra mirovan û ev tişt anî ziman: "Li ser komkujiyan re 70-80 sal derbas bû, lê gelê Dersimê dest ji çand, dîrok û baweriya xwe berneda."

(ms)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN