DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Em qadan ne ji derbekaran, ne jî ji mêrên xwedî feraseta DAIŞ'ê re nahêlin'

 
28 Tîrmeh
13:55 2016

MÊRSÎN (DÎHA) - Platforma Jinan a Mêrsînê, li dijî OHAL'ê ya piştî hewldana derbeyê hat îlankirin bertekên xwe da der û wiha got, "Em qadên xwe ne ji derbekaran û ne jî ji mêrên xweyî feraseta DAIŞ'ê re nahêlin."

Platforma Jinan a Mêrsînê, têkildarî Rewşa Awarte (OHAL) ya ku piştî hewldana derbeyê hat îlankirin, li komeleya LGBT'î'yan civîneke çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniya ku gellek rêxistinên jinan beşdarî wê bûn de, li ser navê platformê Çîgdem Goksoy axivî û wiha got, "Heke derbe bi ser biketa dê tesîra wê li ser mirovên hejar xwe bidana der, ku wek niha çawa bi ser neket û zirarê dide mirovên hejar." Goksoy dest nîşan kir ku di bin navê "Nobeta Demokrasiyê" de hêzên milîtarîst daxistin kuçeyan, wan û leşkeran bera hev dan û wiha got, "Nêvengeke aloziyî dan der û di bin navê demokrasiyê de feraseta DAIŞ'ê rewa kirin."

'Em dê li qadan bin'

Goksoy dest nîşan kir ku ew dê li dijî feraseta DAIŞ'ê ya ku daketiye kuçeyan, li qadan bin û ew dê banga xwe yî aşitiyê bidomînin û wiha axivî: "Di vê nêvenga aloziyî de, li dijî feraseta 'ne caîz e ku jin dakeve kuçeyan' em dê wek jinan li qadan bin. Em qadên xwe ne ji derbekaran û ne jî ji mêrên xweyî feraseta DAIŞ'ê re nahêlin."

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN