DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Jinên girtî bo Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin

 
28 Tîrmeh
11:51 2016

ENQERE (DÎHA) - Piştî hewldana derbeya leşkerî agahiyên ku derbekar li dijî Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan amadekariyên sûîqastê kirine xwe dabûn der û li ser van agahiyan jî bi tu awayî hevdîtina bi Ocalan re pêk nayê. Têkildarî vê girtiyên PKK û PJAK'î yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi mebesta hişyariyê bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê, derbareyê rewş û ewleyiya Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan ê ku ev 5 sal e hevdîtina wî û parêzeran pêk nayê û ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha jî bi tu awayî hevdîtina wî ya bi Heyeta Îmraliyê re jî pêk nayê û her diçe şik û guman zêde dibin. Piştî hewldana derbeyê hin agahiyên ku derbekar li dijî Ocalan amadekariyên sûîqastê kirine xwe dabûn der. Li ser van agahiyan li gel hemû serîlêdanên malbat û parêzerên wî jî, destûra hevdîtinê nayê dayîn. Têkildarî vê rewşê û gumanan, girtiyên jin ên PKK û PJAK'î yên li Girtîgeha Sîncanê, bi mebesta hişyariyê bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Hat zanîn ku jinên girtî yên PKK û PJAK'î yên li Girtîgeha Sîncanê bo balê bikêşin ser rewşa Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan îro ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirine.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN