DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Di nava komkujiyan de filma komkujiyê...

 
28 Tîrmeh
10:13 2016

AMED (DÎHA) - Hunermendê kurd Sedat Bariş filma bi navê "Bavê min toz şekir" ku komkujî û kesên kujerên wan ne diyar ên salên 1990'an derxist ser perdeyê. Sedatê ku ji ber komkujiyên li Kurdistanê navber dayî girtina filmê diyar kir ku dema ew zilma salên 90'î dikin film, îro jî li ser gelê kurd komkujiyek heye û bajarên kurdan tên ruxandin.


Hunermendê Kurd Sedat Bariş di filma xwe ya yekem “Bavê min toz şekir” de mijara "Kujerên nediyar" lê di rastiyê de kujerên wan diyar da nîşan. Film, di nava salên 1995-2002’an de li gundên Kurdistanê bi taybet jî Dêrsimê ambargoya zad dike mijara xwe. Derhêner di filma 15 qedeyî de li gundê Ovacik yê Dêrsimê bavekî ku ji bo malbata xwe torbeyek şekir bi veşartî dikire û di encam de bi canê xwe bedel dide derdixe ser perdeya spî. Film di 10 rojan de bi ekîpmanek 24 kesî hat kişandin. Heman demê de ji bo komkujiyên ku îro li Kurdistanê pêk tên dibe mijara fîlm. Film di meha adara 2016'an de hat kişandin.

Hunermend Sedat Bariş 15 sal in karê hunerî dike, demek dirêje di film û rêzefilmên kurdî de derhêneriya hunerî dike. Yekemîn fîlma Bariş fîlma “Bavê min toz şekir” e.

'Serpêhatiyê fikra derhêneriyê da min'

Bariş diyar kir ku wî hertim li pişt kamerayê kar kiriye, fikrê kişandina filmê jî ji bihistina serpêhatiya kesek kurd li Dêrsimê derket. Bariş anî ziman ku gelê kurd di salên 90’î de pir zehmetî kişandiye û wiha axivî: “Zilmek mezin li ser gelê kurd dihat meşandin. Gelê kurd bi berxwedanek mezin têkoşîna xwe berdewam dikir. Wê demê de jî bi taybet li Dêrsimê, ji bo cudahiya ziman û ol zordariyek zêde dihat meşandin. Wê demê kirîna zad bi fîşên ku ji qereqolê dihatin girtin dihat kirin û kesên ku zêde kirîn bikiriba bi hinceta alîkariyê didin gerîllayên PKK’ê bi awayek giran dihatin cezakirin.”

'Divê hunermend di rojên zor de li cem gelê xwe bin'

Bariş da zanîn ku dema ew zilma salên 90'î kir film, îro jî li ser gelê kurd komkujiyek heye û bajarên kurdan tên ruxandin. Bariş anî ziman ku di demek ku gelê kurd di komkujiyê de derbas dibe, divê hunermendên kurd jî di nava gelê xwe de bin û wiha pêde çû: "Erkê hunermendan ewe ku êş û keyfxweşiyên bi çavê gel derxisn ser perdê. Hunermendê ne di nava gelê xwe de ne hunermende. Bi sedan serpêhatî û destanên kurdan hene. Divê hunermendên kurd van rastiyan derxin holê."
'Emê bigihînin hemû cihên ku kurd hene'

Bariş da zanîn ku ew dê filmê ji festîvalên kurdan, festîvalên demokratan û hemû welatên derve re bişîne.

(bî/mae)



Sernavên din

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN