DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Aborî

Rênçberên Zeytûnan dixwazin KDV'ê kêm bikin

 
28 Tîrmeh
09:23 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Rênçberên zeytûnan yên Îzmirê îsal bi qasî dixwestin berhem bi dest nexistin. Rençberan ji ber ku îsal hindik berhem kom kirin xwestin hikûmet buhayê KDV'ê ya ji sedî 8 kêmtir bike.

Li gorî rapora Heyeta Tespîtê ya Fermî ya Rekolteya Zeytûn û Zeyta Neteweyî ya Koordînatoriya Konseya Zeytê û Zeytînên Neteweyî (UZZK) di navbera salên 2015-2016'an de tê texmînkirin ku hilberîna zeytûnan 1 milyon 108 hezar ton, rekolteya zeytê jî 143 hezar û 115 ton be. Li gorî van daneyan îsal rekolteya zeytûnan li gorî sala par ji sedî 5, rekolteya zeytê jî ji sedî 16 daketiye.

Hilberîner û rençberên zeytûnan pirsgirêkên xwe anîn ziman. Rençberê Zeytûna Murat Demir, diyar kir ku ji ber fabrîqeyên çîmento li herêmê tê avakirin û santralên RES'ê tên avakirin bandora xwe li ser berhemên zeytûnan dike. Demîr, anî ziman ku sala par bi erzanî firotin û dê îsal jî erzan bifiroşin û ji ber vê yekê zerar dikin.

'Bila KDV bê rakirin'

Rençberê Zeytûnan Îhsan Caner jî anî ziman ku îsal hilberîn kêm bûye û wiha got: "Îsal zivistan zuha û hişk bû. Dîsa hevsengiya xwezayê xera bûye. Li herêmê îstasyona Bazê hatiye avakirin. Caner, xwest buhayê KDV yê ji sedî 8 kêmtir bikin ango rakin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN